Cara 8`emîn e beşdarî berxwedana li bendava Tişrînê dibe

Mehmûd Mihemed Elî tevî temenê xwe yê mezin bi moraleke bilind bo cara heştemîn beşdarî berxqwedana li bendava Tişrînê dibe.

27 nîsan, 2025   12:06
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bendava Tişrînê li hemberî êrişan berdewam dike. Beşdarên çalakiyan ji cîhanê re tekez dikin ku ew têkoşîneke mafdar dikin û berdêlên mezin dane û bi xwîna şehîdên xwe destkeftiyên xwe bi dest xistine.

Van rojên dawiyê şêniyên kantona Firatê li bendavê nobedariyê dikin. Nûçegihanên ajansa me bi

Mehmûd Mihemed Elî (85) ku 8 car e beşdarî çalakiya nobetê dibe, ji ajansa me re axivî.

Mehmûd Mihemed Elî got, "Ev cara heştemîn e ku ez beşdarî parastina bendava Tişrînê dibim, berdêla wê çi be em ê xaka xwe bernedin. Em piştgiriya zarokên xwe yên şervan bikin, her çend zehmetiyê dikişînim jî, ez ê heta nefesa xwe ya dawî berxwedanê bidomînim. Ez bi gopalê dimeşim, lê dîse jî li ser lingan hatim vir. "

Her wiha got, "Ez hêza xwe ji baweriya ku em xwediyên vî welatî ne, digirim. Min li vir rojên herî dijwar, bi serma û nexweşiya dijwar re derbas kir. Li ser vê bendavê ez û hin endamên malbata xwe jî carekê birîndar bûm. Lê me tu carî serî netewand û heta roja îro em li ser piyan man. "

Elî di dawiya axaftina xwe de diyar kir kir ku ew ê heta nefesa xwe ya dawî piştgiriya hêzên xwe bikin û destkeftiyên xwe biparêzi û got, "Moralê me bilind e, em ê têk neçin. Berxwedana min hêz da pismam û biraziyên min ku tev li parastina bendavê bibin, heta serketinê em ê li vir bimînin. "

Ji 8’ê Çileyê ve gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker bi dorê parastina bendava Tişrînê dikin û bi biryardarî berxwedana xwe didomînin.

(k)