Navenda Mihemed Şêxo tabûra xwe îlan kir

Hunermend û endamên Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê bi navê “Şehîd Diyar” ê ku di berxwedana Bendava Tişrînê de şehîd bûye, tabûrek ava kir.

Navenda Mihemed Şêxo tabûra xwe îlan kir
12 ÇILE, 2025   18:05
QAMIŞLO

 Endamên Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo yê girêdayî Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezepotamyayê, bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ji seferberiya ku Rêveberiya Xweser di 1`ê Kanûna (2024) ragihandibû eşkere kir.

Daxuyanî li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo bi beşdariya endamên navendê û malbata şehîd Diyar Qamişlo, ji aliyê endama Komîna Şano ya navendê Lorîn Derwêş ve hat xwendin.

Lorîn Derwêş diyar kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di qonaxeke dîrokî re derbas dibe, êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê berfirehtir û zêdetir dibin û got: "Em hêzên xwe bi tenê nahêlin. Em ê xwe di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de ji bo parastna nrix, çand û nasnameyê, xwe bi rêxistin bikin."

Lorîn Derwêş destnîşan kir ku wan bi navê “Şehîd Diyar” tabûra xwe ava kir û wiha got: “Tabûra me ji 40 kesî pêk tê.”

Navendê tabûra xwe bi şehîd Diyar Qamişlo (Bîlal Îbrahîm) ê ku di 2ˋyê Çileyê de li Bendava Tişrînê şehîd bûbû, bi nav kir.

Daxuyanî bi “Bijî Berxwedana QSD`ê” û “Bijî Berxwedana Gelan” bi dawî bû.

(ekib/fr)

ANHA