Xelk û ciwanên Cizîrê: Yekane rêbaza li dijî dagirkeriyê parastin û xweparastin e

Xelk û ciwanên bajarên Tirbespiyê û Amûdê di du çalakiyên cuda de diyar kir ku ji bo pêkanîna jiyaneke azad û birûmet ji tevahî Sûriyeyiyan re xweparastin bingeh e.

Xelk û ciwanên Cizîrê: Yekane rêbaza li dijî dagirkeriyê parastin û xweparastin e
Xelk û ciwanên Cizîrê: Yekane rêbaza li dijî dagirkeriyê parastin û xweparastin e
Xelk û ciwanên Cizîrê: Yekane rêbaza li dijî dagirkeriyê parastin û xweparastin e
Xelk û ciwanên Cizîrê: Yekane rêbaza li dijî dagirkeriyê parastin û xweparastin e
Xelk û ciwanên Cizîrê: Yekane rêbaza li dijî dagirkeriyê parastin û xweparastin e
Xelk û ciwanên Cizîrê: Yekane rêbaza li dijî dagirkeriyê parastin û xweparastin e
Xelk û ciwanên Cizîrê: Yekane rêbaza li dijî dagirkeriyê parastin û xweparastin e
Xelk û ciwanên Cizîrê: Yekane rêbaza li dijî dagirkeriyê parastin û xweparastin e
Xelk û ciwanên Cizîrê: Yekane rêbaza li dijî dagirkeriyê parastin û xweparastin e
12 ÇILE, 2025   18:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya çalakiyên piştgiriya QSDˋê de Nivîsgeha Perwerdê ya Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê bi diruşma "Bi rihê şerê gel ê şoreşgerî em destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin" li hola PYDˋê ya bajêr semînerek da xelkê bajarê Tirbespiyê.

Rêveberê Hêzên Parastina Civakî (HPC) Silêman Salih bal kişand ser girîngiya şerê gel ê şoreşgerî di qonaxên Şoreşa Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û got: "Rêber Abdullah Ocalan bang li gelê herêmê kir ku rola şerê gel ê şorşegerî û girîngiya wî û çawaniya xistina wê ya pratîk de ji bo parastina destkeftiyên şoreşê nas bikin."

Salih da zanîn ku her ferdek di civakê de çi sivîl an jî şervan dibe divê bi rêbazê şerê gel ê şoreşgerî xak û hebûna xwe biparêze.

Girêdayî heman mijarê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a kantona Cizîrê bi diruşma "Hevgirtina gel" ji bo piştevaniya QSDˋê û tevlêbûna li seferberiya giştî li hola nivîsgeha PYDˋê ya Amûdê civînek ji ciwanan re organîze kir.

Di civînê de ciwanên PYDˋê, ciwanên partiyên siyasî û ciwanên bajêr amade bûn.

Di civînê de hevserokê Nivîsgeha PYDˋê Fûad Deqorî behsa girîngiya qonaxa hestiyar a ku herêm tê re derbas dibe kir.

Deqorî got: "Pêwîst tevahî bi rihê berpirsiyartiyê tev bigerin ku tax û bajarên xwe biparêzin û tev li QSDˋê bibin."

Civîn bi nîqaşên beşdaran ên der barê rêbaza geşkirina hevkarî û hevgirtinê li hember astengiyên heyî de bi dawî bû.

(fr)

ANHA