Bavê Pexşan Ezîzî peyamek da: Tohmetên ku xistine ser keça min derew in

Piştî ku dadgeha Îranê cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî erê kir, bavê Pexşanê, Ezîz Ezîzî di peyamekê de ragihand ew tometên ku xistine li ser keça wî nerastin û bang li çalakvan û azadîxwazan kir piştgiriyê bidin Pexşan Ezîzî.

Bavê Pexşan Ezîzî peyamek da: Tohmetên ku xistine ser keça min derew in
12 ÇILE, 2025   17:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Bavê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Ezîz Ezîzî der barê erêkirina cezayê darvekirina keça xwe ya ji aliyê dadgeha Îranê ve peyamek bi dîmen parve kir.

Ezîz Ezîzî di peyama xwe de diyar dike ku keça wî ti demê karê siyasî nekiriye û ne kesek siyasî bû, wê tenê karên civakî kiriye.

Her wiha Ezîz Ezî got: “Di belgeyan de jî hatiye nivîsîn ku şeş ta heşt salan li Rojavayê Kurdistanê şêwirmendiya civakî û karên mirovî kiriye.”

Di dawiyê de jî Ezîz Ezîzî dibêje: “Hemû tohmetên xistine li ser Pexşan Ezîz red dikîn û dûrî rastiyê ne. Daxwaz ji çalakvan û azadîxwazan dikim bibin dengê Pexşan Ezîzî.”

Hêjayî gotinê ye roja 8’ê Çileyê Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye. Her wiha diyarkir belgeyên ku wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin.