Navenda Lêkolînên Çandiniyê cureyên tovên pembû û genim bi pêş dixe

Navenda Lêkolînên Çandiniyê ya Reqayê ji bo başkirina kalîteya tovên genim û pembû, lêkolîn û ceribandinên berfireh pêk tîne. Xebatkarên ku li ser ceribandinan dixebitin hêvî dikin ku navend sala bê tovên pembû yên başkirî li cotkaran belav bikin.

Navenda Lêkolînên Çandiniyê cureyên tovên pembû û genim bi pêş dixe
Navenda Lêkolînên Çandiniyê cureyên tovên pembû û genim bi pêş dixe
Navenda Lêkolînên Çandiniyê cureyên tovên pembû û genim bi pêş dixe
Navenda Lêkolînên Çandiniyê cureyên tovên pembû û genim bi pêş dixe
Navenda Lêkolînên Çandiniyê cureyên tovên pembû û genim bi pêş dixe
Navenda Lêkolînên Çandiniyê cureyên tovên pembû û genim bi pêş dixe
7 tebax, 2025   06:15
REQA
ENES MIHEMED

Şaxê Reqayê yê Navenda Lêkolînên Çandiniyê ji bo zêdekirin û pêşxistina cureyên tovan dixebite, armancê navendê ew e ku tovên baş ku berhemên zêde bide û xwe li ber nexweşiyan bigire, peyda bike.

Niha xebat tê kirin ku cureyên tovên pembo yên li gorî avhewaya herêmê, zêde bikin.

Li gorî yek ji rêveberên navendê endezyarê çandiniyê Hikmet El Saadî, niha xebat ji bo başkirina zêdekirina çend cureyên tovên pembû tê kirin, mîna cureyên Heleb 24, Heleb 118, Heleb 90, Reqqa 5 û Derazor 22.

Li gorî El Saadî, armanc ji van ceribandinan ew e ku diyarkirina demeke baştir a çandina pembû ye. Ew di demên cuda de tên çandin: yek di 20ˊê Nîsanê de û ya din di 1ˊê Gulanê de.

Qonaxa duyemîn a vê xebatê zêdekirina sinfan di parçeyên zeviyan de ye. Her parçeyek 500 metre ye. Di vê qonaxê de tov tên neqandin û ji cotkaran re tên pêşkêşkirin.

ENCAMÊN BAŞ

Endezyar El Saadî her wiha diyar kir ku ceribandinên heta niha hatine kirin encamên baş bi dest xistine.

Navend niha lêkolînên berfireh dike, ji bo ku cureyekî tovan peyda bike ku bêhtir xwe li ber nexweşiyan û rewşa avhewayê bigire.

Ceribandinên sala borî jî nîşan da ku cureyên Reqa 5 û Heleb 124 xwe li ber nexweşiyên çandiniyê digirin, bi taybet nexweşiyên kurmikên gûzikan, mêşa spî û kêzika trîp.

HILBERANDINA CUREYÊN TOVÊ GENIM ÊN BAŞKIRÎ

Di lêkolîneke berê de xebatkarên navendê tovekî baş çêkiribû, 12 cureyên genimê nerm û genimê hişk hatibûn peydakirin. Encam pir baş bûn, her donimeke erd ji 600 ta 800 kîlo genim dide.

Armanca vê projeyê ew ku tovên pembû û genim ên paqij ên ku xwe li hember kêzik û nexwşiyan bigirin, peyda bikin. Tê payîn ku navend di sala bê de tovên başkirî bide cotkaran, ev yek dê dibe egera pêkanîna ewlehiya xwarinê li herêmê.

(k)

ANHA