Ji 13ˊê Tîrmehê ve hezar û 568 kes li Siwêdayê hatin qetilkirin

Li bajarê Siwêdayê û gundewarê wê, ji 13ˊê Tîrmehê û heta niha ve hezar û 568 kes hatine qetilkirin, ji wan 349 li meydanan hatine gulebarankirin. Hemwextî wê ambargoyek giran li ser Siwêdayê heye û agirbest tê binpêkirin.

Ji 13ˊê Tîrmehê ve hezar û 568 kes li Siwêdayê hatin qetilkirin
6 tebax, 2025   21:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li bajarê Siwêda û gundewarê wê 349 kes li medanan hatine gulebarankirin, di nava wan de jin û zarok jî hene. Ji 13`ê Tîrmehê ve bi giştî di şer û pevçûnan û êrişên Îsraîlê de hezar û 568 kes hatine kuştin.

Li gorî agahiyên SOHR`ê ji kuştiyan 722 kes ji Siwêdayê ne ku di nava wan de 166 kes sivîl in (56 jin û 21 zarok) û 474 endamên Wezareta Parastinê û Ewlekariya Giştî yên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ne, her wiha di nav wan de 40 çekdarên eşîran û çekdarekî lubnanî hene.

Di êrişên Îsraîlê de 15 endamên Wezareta Parastin û Karên Hundirîn hatine kuştin. Di êrişa Îsraîlê ya li dijî avahiya Wezareta Parastinê de 3 kes hatin kuştin..

SOHR`ê ragihand ku du rojnamevan dema şer û êriş dişopandin hatin qetilkirin. Qurbaniyên li meydanan hatine gulebarankirin 349 kes e, jê . Jê 19 jin û 10 zarok in. 3 ji çekdarên eşîran bi destê şervanên Durziyan hatin kuştin.

Hêjayî gotinê ye ku li bajarê Siwêdayê aloziya xizmetguzariyê heye, ji 4’ê Tebaxê, kehrebe û înternetê qut bûye, vê yekê hişt ku xelkên bajêr berê xwe bidin înterneta satelîtê. Di heman rojê de, dergehê mirovî yê Besra El Şam piştî girtina 24 demjimêran ji nû ve hate vekirin.

Ji aliyê leşkerî ve, li rojavayê Siwêdayê bajarokên Era û Erîqa tên gulebarankirin.

(ac/şx)

ANHA