Rêxistina Sara li dijî tundiya sîber kampanya li dar xist

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan kampanyayek bi dirûşma "Îstîsmara cinsî sûc e... tu jî nebe hevkarê veşartina wê" da destpêkirin.

Rêxistina Sara li dijî tundiya sîber kampanya li dar xist
7 tebax, 2025   04:25
QAMIŞLO
RU'A EL NAYIF

Li gorî daneyên rêxistin û dezgehên zagonî, di demên dawîn de li deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek rewşên zordariya cinsî hatine tomarkirin.

Ji bo ku balê bikişîne ser mijara zordariya sîber û piştgiriyê bide kesên mexdûr, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan kampanyayeke hişyariyê bi navê "Îstîsmara cinsî sûc e... tu jî nebe hevkarê veşartina wê" daye destpêkirin. Kampanya dawiya meha Tîrmehê dest pê kir û dê destpêka Cotmehê bi dawî bibe.

Armanca kampanyayê ew e ku bale bikişîne ser tundiya sîber û awayên pêşîgirtina wê. Dê ji bo vê armancê çalakiyên cuda bêne lidarxistin.

JI BO PIŞTGIRIYÊ 10 OFÎS HATIN VEKIRIN

Bi rêya 10 ofîsên ku li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine vekirin, Rêxistina Sara têkoşîna li dijî hemû cureyên tundiya li ser bingeha zayendî, dewam dike. Ev ofîs li Heseke û Reqayê û taxa Eşrefiyê ya Helebê jî hatine vekirin, her wiha tîmên mobîl jî dê xwe bigihînin gundan û kampên koçberan.

Rêxistina Sara di heman demê de xizmetên berfireh ji bo mexdûran peyda dike, wekî piştgiriya psîkolojîk a takekesî û komî, alîkariya zagonî û hişyarkirina civakî. Rêxistin her wiha di hemû pêvajoyên dozê de kesên mexdûr diparêze.

Rêxistin Sara xebatên xwe bi hevkariya dadgehan, saziyên yasayî û meclisên herêmî pêk tîne. Her wiha bi rêxistinên herêmî û navneteweyî re hevkariyê dike da ku çandeke parastin û edaletê bi pêş bixe û ji bo jinan li deverên ku lê dixebitin, hawîrdorek ewle û piştgiriyê peyda bike.

PIŞTGIRIYA DERÛNÎ Û ŞÊWIRDARIYA YASAYÎ

Berdevka Rêxistina Sara Reşa Derwîş da zanîn kir ku ev kampanya di encama lêkolînek meydanî de ku di nîvê yekem ê sala 2025`an de hatiye kirin, pêk hat û li gorî wê lêkolînê ji sedî 40’ê jinan rastî tundî an şantaja elektronîk hatine, ev jî encamên "tisnak" in û nîşan dide ku ev pirsgirêkeke mezin e di nava civakê de.

Reşa wiha axivî: "Piştî şopandin dane û giliyên ku me wergirtine, me dît ku şantajên elektronîkî bûne yek ji sedemên herî berbiçav ku hin jinan, nemaze jinên ciwan, ber bi xwekuştinê ve dibe. Ev ji ber kêmbûna hişyariya civakê, her wia kesên rastî vê tuniyê tê, ji tirsa nêrîna civakê, newêrin giliyê bikin.”

Ji bo ku kampaniye bigihîje beşa herî mezin a kesên ziyandar, ji bo her du zayendan belavokên hişyariyê tên belavkirin, semîner û rûniştinên hişyarkirinê tên lidarxistin û li bajar û bajarokên li seranserê herêmê pankartên hişyariyê têne daliqandin. Hemû ofîsên rêxistinê di nav 2 mehan de bi awayekî çalak tev li pêkanîna çalakiyên kampanyayê dibin.

Reşayê her wiha diyar kir ku rêxistin rojane giliyan werdigire, bi yabet ji jinên ciwan ên di navbera 13 û 16 salî de û van dozan bi hevkariya malbatên wan dişopîne, û rewşa wan ya zagonî ji wan re şîrove dike. paşê doz ji bo dadgehên herêmê tê şandin. Reşa da zanîn ku hin malbat carna ji ber nêrîna civakê ya xerab, li heqê xwe dibihurin dev ji dozan berdidin. "

Reşa di dawiya axaftina xwe de da zanîn kampanya dê di du mehên pêş de berdewam bike, û diyar kir ku rêxistina Sara, bi hemû ofîsên xwe yên li herêmê, dê hewlên xwe ji bo şikandina bêdengiyê, piştgiriya jinan ji hêla psîkolojîk û civakî ve, û hesabpirsîna binpêkeran bi rêya zagonî bidomîne.

Reşayê bang li hemû jinan kir ku serî li rêxistinên jinan bidin û bê dudilî  giliyên xwe bikin, da ku mafên xwe misoger bikin û xw ji tundiyê biparêzin û edalet û rûmeta xwe bi dest bixin.

JI BO JINAN PARASTINA ZAGONÎ

Der barê pêvajoya zagonî ya ji bo parastina jinan de, ji parêzerên şaxê Qamişloyê yê Meclisa Edaleta Civakî Alaa El Setim ji ajansa me re diyar kir ku ew ji bo parastina mafên jinan ên zagonî, bi giştî xwe dispêrin Zagona Malbatê. Ew zagon ji 38 madeyan pêk tê, her wiha xwe dispêrin hin madeyên Zagona Cezayê ya giştî.

Alaa da zanîn ku heta niha sûcên sîber ên wekî şantaja elektronîk, li derveyî çarçoveya zagonên heyî ne, lê der barê mijarê hin pêşniyar û nîqaşên girîng hene ji bo derxistina qanûnên taybet yên van sûcan. Alaa her wiha da zanîn ku gelek dozên şantajkirina jinan bi rêya wêne, sepan û bernameyên elektronîk digihêjin ber destên wan û destnîşan kir ku Meclisa Edaletê di çarçoveya derfetên xwe yên hiqûqî de van dozan çareser dike.

Parêzer Alaa El Setim di dawiya axaftina xwe de diyar ku ew di xebatên zagonî de girîngiyeke mezin didin ser pirsgirêkên jinan û ew ji bo dozên jinan heqdestê nastînin, ev jî dibe piştgiriyek ji bo jinan û barên wan sivik dike.

(k)

ANHA