'Li dijî fitneyan yekitiya neteweyî pêwîstiyek e'

Şêniyên ji bajarê Çilaxayê diyar kir ku li dijî gotinên nefretê û hewldanên derxistina nakokiyan, yekitiya neteweyî pêwîstiyeke.

'Li dijî fitneyan yekitiya neteweyî pêwîstiyek e'
16 adar, 2026   06:25
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Şêniyên ji bajarê Çilaxayê têkildarî hewldanên belavkirina fitine, provokasyon û kîndariyê ku di demên dawîn de pêş ketine, nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

Şêniya bi navê Huda Elî ji pêkhateya Kurd e bi bîr xist ku bi zêdebûna êrişên vê dawiyê yên li ser herêmê de gotinên ku fitne û provoksyonên mezhebî pêş dixin, zêde bûne. Huda El Elî got, armanca ji van gotinan ew e ku parçebûnê di nava gelê welatekî de çêbikin, yekitî û jiyana wan a hevbeş jî xirab bikin.

Huda Elî destnîşan kirin ku tevî zêdebûna gotinên nefret û kîndariyê, lê pêkhateyên herêmê bi Kurd, Ereb, Suryan û Asuran xwe bi rêgeza xwişk û biratî û hevgirtina ji hezarên salan ve girêdayî ne û yekitiya xwe parastine.

Huda Elî îşaret pê kir ku xetereya provokasyonan berdewam dike û wiha pê de çû: "Divê em li hemberî xîtabên mezhebî ku li ser medya dîjîtal û kolanan tên belavkirin, bisekinin. Dixwazin nefret û parçebûnê di nava pêkhateyên herêmê de belav bikin, lê yekitiya neteweyî rêya yekane ya parastina tevna civakî ji hevxistinê ye û rêgirtina li ber fitineyê ye."

Şêniya bi navê Heyfa Ewad ji pêkhteya Ereb e got, "Pêkhateyên herêmê bi têkiliyeke civakî ya bihêz ve girêdayî ne ku çend nifşan dom dike. Ev têkilî di gelek dijwarî û hewldanên belavkirina nakokî û parçebûnê re derbas bûye, lê yekitiya neteweyî ji van hewldanan xurttir bû û pêkhateyên herêmê her carê fitne têk birin."

Heyfa El Ewad anî ziman ku qonaxa niha, bi taybetî piştî êrişên dawîn ên li projeya xwişk û biratiya gelan hewceyê hevgirtina pêkhateyên herêmê ye û got, "Bi rêya xurtkirina yekitiya neteweyî divê em li dijî hewldanên çêkirina nakokiyan bisekinin, ji ber ku yekitî rêya yekane ya bidestxistina ewlehî û aramiyê ji bo tevahî gelên Sûriyeyê ye."

Şêrwan Sefo ji pêkhateya Kurd  e got: "Hewldanên derxistina nakokiyan û nefretê sîstematîk in. Ev hewldan bi armanca têkbirina xwişk û biratiya gelan ji aliyê aliyên derve ve têne kirin."

Şêrwan Sefo diyar kir ku projeya xwişk û biratiya gelan ku di salên aloziya Sûriyeyê de roleke girîng di parastina yekitiya pêkhateyên herêmê ji parçebûn û parçebûnê de list û got, tevî ku pêkhateyên herêmê di rêzekê de li hemberî van hewldanan sekinînin, lê xetereya van hewldanan heya îro heye.

Şêrwan Sefo destnîşan kir ku rêya yekane ya li hemberî derxistina nakokiyên mezhebî; têgihiştin, hişyarî û hevgirtina pêkhateyan e û got, jiyana hevbeş rêya yekane ya ber bi siberojeke ewle û aram ve ye.

(bb)

ANHA