Nasnameya şehîdên Zapê hate eşkerekirin

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir û got: “Em hevrêyên xwe Abbas, Lorîn û Rawan bi rêzdarî û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku xeyalên wan li Kurdistana azad bidin jiyîn.”

Nasnameya şehîdên Zapê hate eşkerekirin
28 gulan, 2025   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayên sê şehîd de wiha got: “Hevrêyên me Abbas, Lorîn û Rawan li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê dema hewl didan cihê xwe biguherin, di encama kemîna dijmin de şehîd bûn. 

Em hevrêyên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û car din soza xwe dubare dikin ku xeyalên wan li Kurdistana azad bidin jiyîn.

Hevrêyên me Abbas, Lorîn û Rawan rê nedan dagirkeran û hêza xurt a îradeya Apoyî nîşanî hemû cîhanê dan. Bi tevlîbûna xwe ya jiyan û şer mîrateyeke têkoşînê ya mezin ji me şopdarên xwe re hiştin. Hevrêyên me li ser xeta fedayî şer kirin û heya nefesa xwe ya dawî bêteredut destkeftiyên gelê me parastin. Ew ê bi pisporiyên xwe yên di taktîkên demê de, bi hevrêtiya xwe ya kûr, jiyana xwe ya dilnizm, sekna bi cesaret û tecrubeyên îdeolojîk her tim bên bîranîn. Bi dilsoziya xwe ya bi şehîdan û hevrêtiyê re, wezîfeyên herî zehmet bi layiqî bi cih anîn û ruhê demê di xwe de şênber kirin. Hevrêyên me navên xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsandin. Hevrêyên me Abbas, Lorîn û Rawan bi fedayî şer kirin û bûn nemir. Bi tarzê fedayiya Apoyî bûn milîtanên mînak.

Li ser vî bingehî di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Abbas, Lorîn û Rawan em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê teqez hesreta şehîdên xwe Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk bînin.

Agahiyên derbarê hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Abbas Baran

Nav û Paşnav: Yasîn Elî

Cihê Jidayikbûnê: Serêkaniyê

Navê Dayik – Bav: Cemîla – Faysal

Cih û Dîroka Şehadetê: 6’ê Çileya 2025’an / Zap

Nasnav: Lorîn Gever

Nav û Paşnav: Seher Komur

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayik – Bav: Yadîgar – Emîn

Cih û Dîroka Şehadetê: 6’ê Çileya 2025’an / Zap

Nasnav: Rawan Koçer

Nav û Paşnav: Malîk Kemal Suleyman

Cihê Jidayikbûnê: Şam

Navê Dayik – Bav: Emîne – Kemal

Cih û Dîroka Şehadetê: 6’ê Çileya 2025’an / Zap