Li Qamişloyê kuştina jinekê hate şermezarkirin

Rêxistinên jinan û jinên li bajarê Qamişloyê kuştina jinekê li bajêr, şermezar kir. Jin daketin kolanan û daxwaza dadperweriyê û rawestandina tundiya li ser jinan kir.

Li Qamişloyê kuştina jinekê hate şermezarkirin
28 gulan, 2025   11:43
QAMIŞLO

Li ber navenda Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a li taxa Hilko ya Qamişloyê jin, çalakvan û parêzvanên mafên mirovan ji bo şermezarkirina kuştina jinekê li bajarê Qamişloyê, kom bûn.

Di çalakiyê de pankartên “Na ji kuştina jinan re”, “Jin ne milkê kesî ne”, “Jin jiyan e” hatin vekirin.

Endama Rêxistina SARA Têkoşîn Mihemed daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin "Tawankarên vê tawanê ne qehreman in, lê kujer in" û tekez kir ku çareserî ne bi bêdengkirina qurbaniyan e, lê bi dadgehkirin û hesabpirsîna ji kujeran e.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev sûc ne tenê bûyerek e, lê di çarçoveya çandekê de ku bêcezabûnê teşwîq dike û bi xîtaba ku şîdeta li ser jinan rewa dike, tê geşkirin. Her wiha hate gotin: "Kuştina jinan ne tenê tê wateya windakirina kesekê, lê di heman demê de tevahiya malbatê ji hev diqetîne û peyameke veşartî dide ku jin di malên xwe de jî ne ewle ne.”

Rêxistina Sara bang kir ku hemû qanûnên ku cezayên kesên ku jinan dikujin sivik dikin, bên rakirin û tundiya li ser bingeha zayendî wek sûcekî li dijî mirovahiyê bê dîtin.

(k)