“Bi pirtûka ‘Jin û Malbat’ em xwe nas dikin”

Jinên ku tevlî komên xwendina pirtûka “Jin û Malbat” a Rêber Abdullah Ocalan dibin, destnîşan kirin ku ew bi xwendina pirtûkê xwe nas dikin, lêgerîna azadiyê didomînin.

21 cotmeh, 2024   04:10
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Li taxa Eşrefiyê ya Helebê jinên ku tevlî komên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah dibin, li ser mijarên xwe “naskirin, îrade û azadiyê” lêhûrbûn dikin. Jinan piştî xwendina pirtûka Rêber Abdullah Ocalan a bi navê, “Çawa Bijî” niha jî dest bi xwendina pirtûka bi navê, “Jin û Malbat” kirin. Jin her wiha paraznameya Rêber Abdullah Ocalan a bi navê “Parastina Kurdên Di Nava Pencê Qirkirina Çandî de/ Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk” dixwînin.  

Jinên endamên komînên girêdayî Meclisa Gel a Şehîd Cengîz a Taxa Eşrefiyê hefteyê carekê li hev kom dibin û pirtûka, "Jin û malbat" dixwînin. Piştî xwendina ku qasî saetekê dom dike jî, li ser mijara xwendinê bi pirs û nîqaşan nirxandinan dikin.

Di nîqaşan de jinan destnîşan kirin ku pergala kapîtalîst saziya malbatê hilweşandiye, lê felsefeya Rêber Abdullah Ocalan rêya rast nîşan dide û Tevgera Azadiya ji bo pêkanîna wê têkoşînek bêhempa dimeşîne.

Jinan bal kişandin ku bi tevgera azadiyê re jinan xwe nas kiriye, îradeya wan derketiye holê û di têkoşîna azadiyê re rolek girîng dilîzin.

‘NASKIRIN GIRÎNG E’

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Gel a Şehîd Cengîz Cemîle Dede, destnîşan kir ku naskirina qonaxên dîrokî yên ku jin tê de derbas bûne gelekî girîng e û got: “Pirtûk van mijaran û rêya rizgarkirina jinan ji zordariyê vedibêje.”  

Cemîle Dede diyar kir ku pergala kapîtalîst gelek têgeh berevajî kirine, pîrozweriyên jinê jê girtine û kirine amûrê bikaranînê, lê Rêber Abdullah Ocalan ev feraset têk biriye û jin di aliyê hişmendî û çalakîbûnê de kirine îradeye da ku xwe bigihînin cehwera xwe.

Endama Rêveberiya Komîna Şehîd Îbo, Merwa Ehmed ku ew jî tevlî koma xwendina pirtûka, "jin û malbat" dibe, anî ziman ku pirtûk rewşa jinan radixe ber çavan û rêya rizgariyê nîşan dide; wan teşwîqî pêkanîna şoreşa hişmendiyê dike.

(şx/a)

ANHA