Nameya QSD’ê: Projeya MSD′ê rêya yekane ya bidawîkirina aloziya Sûriyeyê ye

Fermandarê giştî yê QSD′ê projeya MSD′ê wekî rêya yekane ya bidawîkirina şer û aloziya li Sûriyeyê nirxand û got “Hikumeta Şamê hîna pişta xwe dide çareseriya siyasî, me ev yek di bûyerên vê dawiyê yên li herêma Dêrazorê de dît.”

Nameya QSD’ê: Projeya MSD′ê rêya yekane ya bidawîkirina aloziya Sûriyeyê ye
20 kanûn, 2023   12:51
REQA

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî bi rêya bernameya Zoomê beşdarî kongreya 4′an a MSD′ê bû.

Ebdî projeya MSD′ê wek alternatîfa rasteqîn û rêya yekane ya bidawîkirina aloziya siyasî, şer û terora li Sûriyeyê nirxand û got: "Di demekê de ku rejîma Sûriyeyê û muxalefeta xwe dispêre derve, di dîtina çareseriyê ji bo aloziya Sûriyeyê de bi bin ketin, wek QSD me avakirina Meclisa Sûriyeya Demokratîk wek pêwîstiyeke dîrokî dît.”

Ebdî destnîşan kir ku di encama binkeftina siyasetên li Sûriyeyê de, Sûriye bûye qada “komên terorîst û radîkal” û wiha pê de çû: "Di encama binkeftina siyasetên li Sûriyeyê de DAIŞ′ê dest danî ser nîvê erdnîgariya Sûriyeyê, komên din ên tundraw jî Sûriye kontrol kir. Vê yekê rewşeke bêhêvî li cem tevahî sûriyeyan çêkir. Li ser vê yekê diviyabû ku hêz û muxalefeteke rasteqîn derket ku nûnertiya avakirina MSD′ê kir.”

Mezlûm Ebdî xwest MSD′ê rola xwe bi awayekî xurtkir pêk bîne û ev got: “Di salên dawîn de me destkeftiyên dîrokî bi dest xistin; avakirina Rêveberiya Xweser û saziyên wê, rêvebirina diyalogan bi hêz û kesayetên sûriyeyî yên muxalefeta niştîmanî û hin dosyayên din ên siyasî, eleqeya bi welatiyan û eşîrên li herêmê û xebatên din. Ez serbilind im ku me ev serkeftin bi dest xistine.”

Ebdî bal kişand ser astengiyan jî û wiha domand: "Di demekê de kongreya we tê lidarxistin, gelek astengî li ber Sûriyeyê hene. Tirkiye dagirkirina xaka Sûriyeyê didomîne, dixwaze qada dagirkeriyê berfireh bike. Ev doz tevahî sûriyeyiyan eleqedar dike."

Ebdî îşaret pê kir ku hikumeta Şamê hîna pişta xwe dide çareseriya siyasî û got: “Me ev yek di bûyerên vê dawiyê yên li herêma Dêrazorê de dît. Îtîtaf jî girêdayî ajandeyên derve û tu bernameyên wê yên tune ne. Her wiha li gel hêzên navneteweyî bernameyeke xurt tune ye ku çareseriyê bi rê ve bibe. Anku tu îradeyeke xurt tune ye ku tevahî aliyan neçar bike ku ji vê aloziyê derkevin."

Fermandarê giştî yê QSD′ê Mezlûm Ebdî di dawiyê de got QSD dê piştgiriyê bide tevahî biryarên kongreya MSD′ê û banga xurtkirina xebatên MSD′ê kir ku muxalefeta nîştimanî ya li Sûriyeyê bi rêxistin bike.

Kongre bi axaftina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê û Meclisa Jinan a Sûriyeyê dewam dike. Dê nameyên pîrozbahiyê werin xwendin, pişte dê ji ragihandinê re girtî dewam bike.

(bb)

ANHA