Nadine Maenza ji Kongreya Amerîkayê re: Kurdan biparêze, dorpêça Kobanê û Siwêdayê rake

Seroka berê ya Komîteya Azadiya Olî ya Navneteweyî ya Amerîkayê Nadine Maenza ji Kongreya Amerîkayê daxwaz kir ku Kurdan biparêze, dorpêça li ser Kobanê û Siwêdayê rake, ji bo misogeriya hemwelatîbûna wekhev destûra demkî biguhere.

Nadine Maenza ji Kongreya Amerîkayê re: Kurdan biparêze, dorpêça Kobanê û Siwêdayê rake
10 sibat, 2026   22:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Kar û Barên Derve ya Senatoya Amerîkayê îro, ji bo nîqaşkirina siberoja Sûriyeyê ya piştî Esed bi beşdariya hejmarek pisporan di nav de jî Seroka berê ya Komîteya Azadiya Olî ya Navneteweyî ya Amerîkayê Nadine Maenza hebû, rûniştinek li dar xist. Nadine di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa hindikahiyan û xeteriyên zêde li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdan.

Nadine got QSDˊê di şerê li dijî çeteyên DAIŞˊê de nêzî 11 hezar şervan şehîd dane, modeleke rêveberiyê ya piralî ya ji pêkhateyan ava kir û hevgirtina civakî xurt kir. Nadine anî ziman ku nîvê fermandarên Rêveberiya Xweser jin in.

Nadine da zanîn ku serokê Amerîkayê Donald Trump bang li hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir ku êrişên li dijî taxên Kurdan ên li Helebê ku tê de Xiristiyan û Êzidî dijîn rawestîne, lê êrişên leşkerî heta ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve dewam kirin.

Di berdewama axaftina xwe de Nadine destnîşan kir ku "Çekdarên îslamîst ên di nava hêzên hikumetê de binpêkirinên xwe yên xeternak belge kirin," ji nav wan jî înfazkirin û pêkanînên tund li dijî sivîlan. Her wiha Nadine anî ziman ku pêwîst e bicihanîna lihevkirina QSD û hikumeta demkî were şopandin, ger binpêkirina lihevkirinê çêbû ceza werin birîn. Nadine girîngî da parastina birêvebirin û ewlehiya xwecihî ku mijareke bingehîn a parastina hindikahiyan e.

Nadine têkildarî peymana 29ˊê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî de da zanîn ku ev lihevkirin niha nikare bê nirxandin, ji ber ku bi asta pratîzekirina wê ve girêdayî ye. Nadine her wiha destnîşan kir ku tenê temsîliyeta sembolîk a Kurdan, digel bilindkirina asta kesên ku bi sûcên şer têne tawanbarkirin û rastî cezayên navneteweyî hatine, bo erkên bilind, dihêle sozên hemwelatîbûna wekhev ji bo Kurdan bi xetereyên hebûnî yên rastîn re rû bi rû bin.

Ji bo Elewiyan jî Nadine bi bîr xist ku Elewî di Adarê de di êrişên hovane re derbas bûn, nêzî 1500 sivîl di nav de zarok û jin bûn qurban, lê hejmara rast ji vêya pir bilindtir e. Nadine bal kişand ser Durziyên Siwêdayê jî û got di êrişên li dijî wan de zêdetirî 1600 kes hatin qetilkirin, nêzî 120 hezar kes di nava revandî û penaberiyê de ne, beriya çend rojan jî 4 sivîl hatin înfazkirin.

Nadine pêşniyar kir ku heta guhertinên rastîn çênebin, mekanîzmayên ji bo çavdêrîkirin û bicîhanîna peymana 30ˊê Çile neyên avakirin û qanûna ji bo parastina Kurdan neyê derxistin, Sûriye wekî "welatekî ku xwedî fikarên taybet e" were destnîşankirin.

Di dawiyê de Nadine ji Şamê xwest ku dorpêça li ser Kobanê û Siwêdayê rake, destûra demkî ji bo misogeriya hemwelatîbûna wekhev biguhere, çekdarên biyanî derxe û rewşa qanûnî ya Êzidiyan sererast bike.

(fr)