Parlamentereke PEˊyê: Dem hatiye em deynê jinên Kurd vegerînin

Parlamentera Partiya Navend a Swêdê di rûniştina PEˊyê de ku cilên Kurdî li xwe kiriye banga rawestandina êrişên li ser Kurdan, rakirina dorpêça li ser Kobanê kir û xîtabî Kurdan kir: "Em we dibînin û guhdar dikin. Li Parlamentoya Ewropayê ji çiyayan zêdetir hevalên we hene, dema hatiye em deynê jinên Kurd vegerînin."

Parlamentereke PEˊyê: Dem hatiye em deynê jinên Kurd vegerînin
10 sibat, 2026   22:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentera Partiya Navend a Swêdê Abeer Al Sahlani, di rûniştina Parlamenetoya Ewropayê (PE) de, ji bo rêzgirtina li jinên Kurd û gelê Kurd cilên gelêrî yên Kurdî li xwe kiribûn.

Abeer Al Sahlani got, Kurd niha alîkariyê dixwazin. Abeer destnîşan kir ku jinên Kurd heta piştî mirinê jî rûbirûyî binpêkirinan in, terorîst keziyên wan dibirin, dema Kurdan bersiva Ewropayê ya li dijî çeteyên DAIŞˊê da "Ne tenê parastina malên xwe kirin, lê parastina azadiya me jî kirin, dema hatiye ku em deynê jinên Kurdan bidin."

Abeer bang kir ku divê demildest êirşên li ser herêmên Kurdan rawestin, agirbest were ferzkirin, dorpêça li ser bajarê Kobanê rabe û wiha xîtabî gelê Kurd kir: "Em we dibînin û guhdar dikin. Li Parlamentoya Ewropayê ji çiyayan zêdetir hevalên we hene."

Serokên blokên siyasî yên di PEˊyê de îro di civîneke çapemeniyê li Strasbourgê de pêşdeçûnên li Rojava û Sûriyeyê nîqaş kirin, lê tu gavên pratîkî yên piştgiriya herêmê negirtin.

(fr)