Mûzexaneya Şamê talan kirin

Beşa Klasîk a Muzexaneya Neteweyî ya li Şamê hat talankirin.

Mûzexaneya Şamê talan kirin
11 mijdar, 2025   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh Beşa Klasîk a Muzexaneya Neteweyî ya li Şamê ku beşa herî dewlemend e hat talankirin. 

Ji bo lêkolînkirina bûyerên karmendên muzexaneyê bi saetan hatin lêpirsînkirin û kamereyên çavdêriyê hatin kontrolkirin. Lê der barê encamên lêkolînê de agahî nehatin pavekirin.

Beşa klasîk ê muzexaneyê beşa herî dewlemend e. Di vî beşê de parçeyên şûnwarî yên şaristaniyên cuda hene. Bi destpêka aloziya Sûriyeyê re berhem û antîkên dîrokî yên di mûzexaneyên din, veguhestin vî beşî.

(bb)