Muzakereyên DYA û Îranê û dosyaya bêçekkirinê rojevên medyaya erebî ne

Medyaya erebî di rojevên xwe yên îro de dan û standinên di navbera Îran û DYA‘yê de û astengiyên li pêşiya hikumeta Iraqê di dosyaya bêçekkirina komên çekdar de nirxandin.

Muzakereyên DYA û Îranê û dosyaya bêçekkirinê rojevên medyaya erebî ne
6 hezîran, 2026   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Independent Arabia li ser şerê di navbera DYA û Îranê de û dan û standinan de nûçeyek bi sernavê "Şerê belgeya lihevhatina Îran û DYA‘yê" weşand.

Rojnameyê şerê di navbera Îran û DYA‘yê de wek "şerê belgeya lihevhatinê" bi nav kir û diyar kir ku şer ketiye qonaxeke ‘ne şer û ne jî aştî’.

Rojnameyê bi bîr xist ku nakokiyên bingehîn di navbera her du aliyan de, bi taybetî nakokiyên bernameya nukleerî ya Îranê, kontrola Tengava Hurmuzê û bandora herêmî ya Tehranê bi rêya hevalbendên wê, hîna dewam dikin.

Rojnameyê destnîşan kir ku her lihevkirineke muhtemel dê pevçûnê bi dawî neke, lê wê qonaxeke nû ya dan û standin û zexta hevbeş bide destpêkirin û sedema vê yekê wiha nirxand: “Her aliyek hewl dide ku romana xwe ya serkeftinê ferz bike û ji tawîzên biêş dûr bisekine.”

Her wiha hate gotin, Washington li ser zextên navxweyî yên di nav Îranê de behs dike, di heman demê de Tehranê pişta xwe bi xurtkirina pozîsyona xwe ya herêmî û navneteweyî xurt kiriye. Ev yek jî her lihevkirineke di navbera wan de qels dike.

WELATÊN KENDAVÊ ÇAWA LI ÎRANÊ DINÊRIN?

Rojnameya El Xelîc jî der barê heman mijarê de destnîşan kir ku her lihevkirineke muhtemel di navbera DYA û Îranê de dê sist be û sedema vê yekê wiha nirxand: "Nakokî ne tenê girêdayî dosyaya nukleerî ne, lê di heman demê de bandora herêmî ya Îranê, ewlehiya rêyên deryayî, siberoja Tengava Hurmuzê, kapasîteya mûşekan, her wiha dosyaya ji nû ve avakirinê digire nava xwe.”

Rojnameyê îşaret pê kir ku "şer nêrîna dewletên Kendavê ya li Îranê guhert û aloziya baweriya bi Tehranê re kûr kir. Her wiha berjewendiyên muxalifan di navbera aliyên têkildarî aramkirinê de çêkir, ev jî bû sedem ku agirbesta heyî ji çareseriyeke daîmî zêdetir nêzî bêhnvedaneke demkî be." Li gorî rojnameyê, her lihevkirinek ku van dosyayan çareser neke û garantiyên siyasî, ewlehî û aborî peyda nekin, dê di ceribandina ewilî de hilweşe.

‘LIHEVKIRIN ÇÊBE JÎ DÊ NAKOKIYÊN SIYASÎ Û DÎPLOMATÎK BIMÎNIN’

Rojnameya El Erebî El Cedîd jî li ser mijarê destnîşan kir ku mijara qedexeya ku Îran çekên nukleerî wergire, nîşaneya hebûna armancên siyasî û stratejîk ên berfireh ên girêdayî lawazkirina Îranê û kêmkirina bandora wê ya herêmî ye.

Li gorî rojnameyê, di dan û standinên heyî de Îranê bi mafê dewlemendkirina uranyumê ve israr dike û red dike ku dosyaya nukleerî bi bernameya mûşekî an jî têkiliyên wê yên herêmî ve were girêdan. Hate gotin, her lihevkirineke nû dê ji lihevkirinên berê yên nukleerî cuda nebe, di encamê de dê nakokiyên siyasî û dîplomatîk di pêvajoya bê de jî bimînin.

‘EGER DOSYAYA ‘ÇEK TENÊ DI DESTÊ DEWLETA IRAQÊ DE’ TÊK BIÇE VEBIJÊRKÊN CUDA HENE’

Rojnameya El Nehar El Erebî jî cih da mijara bêçekkirina komên çekdar ên Iraqê û hiştina çekan tenê di destê dewletê de. Rojnameyê diyar kir ku Bexda hewl dide berî rêyên hişk, vê dosyayê bi rêya diyalogan û lihevkirinên siyasî çareser bike.

Rojnameyê da zanîn ku hin komên çekdar hîn jî red dikin ku çekan berdin, ev yek jî hikumetê li pêşberî hevsengiyeke dijwar; bicihanîna qanûnê û dûrketina ji pevçûnên navxweyî.

Rojnameyê her wiha bi bîr xist ku hikumeta serokwezîr Elî El Zeydî di vê dosyayê de piştgiriya siyasî û navneteweyî wergirtiye, lê tercîh dike bi rêyên çareseriyê û dan û standinê biqedîne. Di heman demê de vebijêrkên qanûnî û ewlehiyê li ser maseyê bihêle, ger hewlên ji bo xistina hemû komên çekdar di bin kontrola dewletê de têk biçin.

(bb)