′Felsefeya neteweya demokratîk bingeha yekitiya gelan e′

Beşdarên panela diyalogê ya PYD'ê ku li Hesekê der barê neteweya demokratîk û rêbazên çareserkirina pirsgirêkên herêmê de hatiye lidarxistin, destnîşan kir ku felsefeya neteweya demokratîk bingeha yekitiya gelan e.

′Felsefeya neteweya demokratîk bingeha yekitiya gelan e′
′Felsefeya neteweya demokratîk bingeha yekitiya gelan e′
′Felsefeya neteweya demokratîk bingeha yekitiya gelan e′
′Felsefeya neteweya demokratîk bingeha yekitiya gelan e′
′Felsefeya neteweya demokratîk bingeha yekitiya gelan e′
′Felsefeya neteweya demokratîk bingeha yekitiya gelan e′
′Felsefeya neteweya demokratîk bingeha yekitiya gelan e′
′Felsefeya neteweya demokratîk bingeha yekitiya gelan e′
′Felsefeya neteweya demokratîk bingeha yekitiya gelan e′
17 kanûn, 2023   22:23
HESEKÊ

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Hesekê der barê neteweya demokratîk û pratîkên wê di çareserkirina pirsgirêkên herêmê de paneleke diyalogê li dar xist.

Panel li hola Marbêla ya taxa Til Hecer a Hesekê li dar ket, di panelê nûnerên partiyên siyasî, endamên saziyên sivîl û leşkerî û rêxistinên jinan beşdar bûn.

Panel ji 3 mijaran pêk hat, a yekemîn li ser dewleta netewe, ya duyemîn li ser neteweya demokratîk û ya sêyemîn li ser jinên di rêveberî û neteweya demokratîk de bû.

Mijara yekemîn ji aliyê hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a PYD'ê Sîhanok Dîbo ve hat şîrovekirin

Dîbo destnîşan kir ku derketina pêşîn a dewleta netewe li Rojhilata Navîn piştî hilweşîna împeratoriyê bû, yek ji wan împeratoriya Osmanî bû.

Mijara duyemîn jî ji aliyê endamê rêvebera Komîteya Rêxistinê ya PYD'ê ya Hesekê Emar Şemlan ve hat pêşkêşkirin.

Şemlan got: "Dewleta netewe ji kapîtalîzma modernîte derketiye, ji ber wê jî Rêber Abdullah Ocalan projeya neteweya demokratîk derxist, ji ber ku dewleta netewe êdî daxwazên gelan pêk nayne."

Şemlan diyar kir ku neteweya demokratîk wek çemekî ku li rêya xwe digere ye û got: "Rêya neteweya demokratîk di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hat dîtin."

Rêvebera Navenda Lêkolînan a Jineolojî ya Hesekê Zehrîban Hisên di mijara sêyemîn de wiha axivî: "Neteweya demokratîk li ser bingeha azadiya jinan hatiye avakirin. Ji destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jin di hemû qadên jiyanê de pêşeng bûn û xwe di hemû qadan de îsbat kirin."

Zehrîban wiha domand: "Jin hêza xwe ji felsefeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan werdigirin."

Di dawiya panelê de beşdaran nêrînên xwe parve kirin.

(mh)

ANHA