Murşidî cejna "Kêfxweşiya bi xwedê" pîroz dikin

Ji ber komkujî û şewatên li Laziqiyê, mezheba Murşidî cejna "Kêfxweşiya bi xwedê" bi awayekî sînrodar pîroz dikin.

Murşidî cejna "Kêfxweşiya bi xwedê" pîroz dikin
25 tebax, 2025   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Cejna "Kêfxweşiya bi xwedê" ya mezheba Murşidî  ji bo bîranîna damezrînerê mezbehê Mucîb Selman El Murşid ji 1951ˊê ve tê pîrozkirin.  Cejn  wekî "nûkirina giyana mirovan û spasdariya ji xwedê" her sal ji 25’ê Tebaxê heya 27’ê Tebaxê tê pîrozkirin.

Murşidî bi boneya vê cejnê rêûresmên ruhî li dar dixin, şêraniyan belav dikin û cejnê li hev pîroz dikin.

Li Sûriyeyê ji ber komkujî û şewatên li Laziqiyê ku Murşidî lê dijîn, cejna îsal  bi nimêja komî û hev din pîrozkirin sînordar e.

Li gorî mezhebê, cejna "kêfxweşiya bi xwedê" temsîla kêliya hêvî û nûkirina giyanê dike û kêfxweşiyê dixe hundirê mirovan.

(fr)