Şandeya DEM Partî dê biçe Îmraliyê

Şandeya DEM Partî ji bo bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike dê biçe Îmraliyê.

Şandeya DEM Partî dê biçe Îmraliyê
25 tebax, 2025   13:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bînê dê vê hefteyê biçe Grava Îmraliyê .

Şandeya ji parlamenterên DEM Partî Mithat Sancar, Pervîn Buldan û parêzer Ozgur Erol pêk tê dê kijan rojê biçe ne diyar e. Lê di nava vê hefteyê de dê biçin.

Herî dawî şandeya DEM Partiyê di 25ê Tirmehê de çûbû giravê û 3 seatan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn. Şande mehek piştî mehekê dê di nava hefteyê de derbasî girava Îmraliyê bibe.