Gaziyên Şer li dijî ENKSˊê û berpirsên wê gilî kir

Gelek gaziyên şer ên kantona Cizîrê giliyeke fermî ji dozgeriya giştî re li dijî berpirsên ˊENKSˊ û berpirsên din ên partiyên din re pêşkêş kirin û di giliyê xwe de got; "Ji bo nebaşiya wan bi gelê herêmê re û ajantiya wan ji dewleta Tirk a dagirker re û sekna wan li pey hedefgirtina avahiya Federasyona Gaziyên Şer re me gilî pêşkêş kir."

Gaziyên Şer li dijî ENKSˊê û berpirsên wê gilî kir
17 adar, 2024   17:23
HESEKÊ

Gelek gaziyên şer ên kantona Cizîrê li pêş Dadgeha edlî ya Hesekê kom bûn û giliyeke fermî li dijî ˊENKSˊ û berpirsên wê û berpirsên partiyên din pêşkêş kirin.

Li ser gilî û armanca wê gaziyên şer li pêş dadgehê ji dezgehên çapemeniyê re daxuyaniyek da. Endamê Mala Gaziyan a Navenda Şehîd Hozan Xebat Hesekê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin ji dozgeriya giştî û edaleta civakî ya Hesekê re endamên Navenda Şehîd Hozan bi navê Gaziyên Şer li Şedadê û navçeyên wê yên başûrê Hesekê vê giliyê yê li ser sûcên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve pêk tên radikin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gaziyên şer ku zarokên herêmê û qurbaniyên êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞˊê û mîna wê ne, her wiha qurbaniyên xayîn mîna ENKSˊê ne ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî van herêman bi rêya daxuyaniyên li dijî Rêvebeirya Xweser û QSDˊê rewa dikin. Ew bi rêya daxuyanî û îxaneta xwe hewl didin ewlehî û îstîqrara herêmê tevlihev bikin, fitneyê derxin û projeya Rêveberiya Xweser û neteweya demokratîk têk bibin.

Her wiha hate gotin dewleta Tirk a dagirker û destê îxanetê avahiya Federasyona Gaziyên Şer a Qamişlo ku tê de kesên li dijî terorîstê sekinîne, herêm û gelên wê parastine, hedef girt.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin gaziyên şer giliyeke fermî ji dadgehên herêmê û navneteweyî re radikin ku xayîn û ajantî mîna ENKSˊê û destekdayîna wê ji dagirkeriya Tirk re werin darizandin.

(fr)

ANHA