ji bo xebatkarên Çapemeniya Azad biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn

Ji bo parêzerên rojnamegerên li Stenbol, Enqere û Rihayê di serdegirtinên malan de hatine binçavkirin biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn.

ji bo xebatkarên Çapemeniya Azad biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
23 nîsan 2024   14:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro di danê sibehê de li Stenbol, Enqere û Rihayê bi ser malên rojnamegerên Çapemeniya Azad de hate girtin û 9 rojnameger hatin binçavkirin. Di serdegirtinên malan ên li Stenbolê de nûçegihana Ajansa Mezpotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn û kedkarên Çapemenya Azad Saliha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şîrîn Ermîş û rojnameger Erdogan Alayumat hatin binçavkirin. Di serdegirtina li Enqereyê de nûçegihanê MA’yê Mehmet Aslan û di ya Rihayê de jî nûçegihanê MA’yê yê berê Dogan Kaynak hate binçavkirin. 

Biryara bisînorkirina hevdîtina bi parêzerên re ji bo xebatkarên Çapemeniya Azad hate dayîn.