MSD`ê serdana Rêxistina Demokratîk a Asûrî kir

Şandeyeke MSD’ê duh serdana navenda Rêxistina Demokratîk a Asûrî ya li Qamişloyê kir. Her du aliyan geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê gotûbêj kirin.

MSD`ê serdana Rêxistina Demokratîk a Asûrî kir
2 adar, 2026   16:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ji hevserokê Ofîsa Têkiliyan Hesen Mihemed Elî û endamên meclisê Xelef Dawûd û Baqî Hemze pêk dihat. 

Şande ji hêla serokê Rêxistina Demokratîk a Asûrî Gabrîel Mûşî, cîgirê wî Beşîr El Saadî, seroka Ofîsa Jinan a rêxistinê Sara Bersûm û çend endamên din ên rêxistinê ve hat pêşwazîkirin.

Di civînê de girîngiya xurtkirina têkiliyên siyasî û civakî hat gotûbêjkirin. Her du aliyan girîngiya xebata hevbeş a li ser asta neteweyî anî ziman.

Her wiha di civînê de bal îşaret bi girîngiya pêkanîna peymana 29`ê Çileyê hat kirin, bi awayekî ku xizmeta aramiyê bike û rêyên çareseriyeke siyasî ya berfireh veke.

Aliyan her wiha pêşketinên dawîn nîqaş kirin. Her du alîyan Biryarnameya 13’an a hikumeta demkî erênî nirxand û ew wekî gaveke destpêkê ya erênî û girîng ji bo garantîkirina mafên çandî û neteweyî yên pêkhateya Kurd bi nav kir û destnîşan kir ku divê ev naskirina qanûnî û destûrî ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê û bi taybetî jî ji bo pêkhateya Suryanî-Asûrî, derbasdar be.

(k)