14 saziyan êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

14 saziyan bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Saziyan diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide herêmê vala bike û guhertina demografîk pêk bîne.

14 saziyan êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
26 kanûn, 2023   12:25
QAMIŞLO

14 saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê de daxuyaniyek li Baxçeyê Xwendinê yê li Qamişloyê da. Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê endamê Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Aram Elî û bi zimanê erebî ji aliyê hevseroka Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Firyal Îbrahîm ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker tên, di van êrişan de welatî, binesazî û avaniyên xizmetê yên wekî navendên çandiniyê, kehrebeyê, bîrên petrol û gazê û malên sivîlan têne hedefgirtin û hate gotin: “Rejîma Tirk bêyî ku guh bide naqosên dêran û velorînkên aştîxwaziyê seyrangeh, çapxane û malên sivîlan bombebaran dike. Di encama bombebarankirina hovane de bi dehan kesên sivîl jiyana xwe ji dest da û bi sedan zarok, jin, kal û pîr birîndar bûne. Rejîma faşîst a Tirkiyeyê derdora zindana Elaya ya ku girtiyên terorîst ên endamên DAIŞ`ê tê de ne, armanc girt, da ku dîwarên zindanê ji endamên wê rêxistinê re veke û ewlehî û aştiya sivîlan bikeve bin metirsiyê. Rêxistina terorîst a DAIŞ`ê girêdayî pergala Erdoganê terorîst e û Erdogan dixwaze herêmê bixe bin gefa vegera vê rêxistinê.”

`DEWLETA TIRK A FAŞÎST DIJMINAHIYA GELÊ HERÊMÊ DIKE`

Daxuyaniyê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi derxistina hincetan da ku dijminahiya xwe ya bi gelên herêmê re berdewam bike, ji dagirkirina Cerablusê heta bigihêje dagirkirina Efrînê û dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, gef û dijminahiyên dewleta Tirk ranewestiyane.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Tirkiyeya faşîst dijminahiya gelên hêrêmê dike, ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye û ev terora dewletê ye ku dûrî hemû nirxên mirovahiyê û zagonên cîhanî ye. Di encama van sûcan de şêniyên herêmê, ji cihên xwe bi zorê têne koçberkirin. Pergala faşîst hewl dide herêmê ji şêniyan vala bike û siyaseta guhertina demografiyê li ser herêmê pêk bîne. Ev êrişên hovane him berdewama êrişên qirkirinê ne him jî bersiveke faşîst a li dijî Konferansa Çaremîn a MSD`ê û ragihandina Hevpeymana Civakî ya nû ne. Lê em dizanin ku ev heypeyman, ji bo hemû gelên Sûriyeyê serkeftinek e; nexşerêya çareserkirina qeyrana Sûriyeyê ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em wek yekitiyên rewşenbîr û hunermendan, komele û yekitiyên wêjeyî, civakî û olî, êriş û gefên Tirkiyeya terorîs ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî şermezar dikin. Em bang li aliyên navneteweyî yên dabînker û civaka navnetewî dikin ku di derbarê van êriş û gefên dubarekirî yên li ser herêmê de helwesta pêwîst nîşan bidin, bi erk û berpirsyartiya xwe rabin, destwerdanê bikin û dijminahiya hovane a li ser herêmê rawestînin.”

SAZIYÊN KU DAXUYANÎ DAYE

Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê

Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê (YRKC)

Yekitiya Jinên Ermen

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê

Hevrêziya Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Encûmena Civakî ya Ermeniyan

Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê

Tîma Skêçên Şanogeriyê

Mala Çandî ya Hesekê

Malbenda Çandî ya Sûrî

Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê

Mala Êzîdiyan a Kantona Cizîrê

Komeleya Çandî ya Suryaniyan

Yekitiya Wênekêşên Sûriyeyê

(sb)

ANHA