MSD: Xwedî li projeya nîştimanî ya demokratîk derkevin

MSD`ê bi boneya salvegera damezirandina xwe daxuyaniyek da û bang li sûriyeyiyan kir ku xwedî li projeya nîştimanî ya demokratîk li ser bingeha yekitiyê, nasnameya nîştimanî û destûreke nûjen, rêveberiyeke nenavendî, derkevin.

MSD: Xwedî li projeya nîştimanî ya demokratîk derkevin
9 kanûn 2023   15:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya salvegera 8`emîn a damezirandina xwe daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de meclisê diyar kir ku piştî 8 salan, tevî guhertinên mezin ên li Sûriye û herêmê jî alozî berdewam e, QSD`ê rê li pêşiya rêxistina herî terorîst a li cîhanê (DAIŞ) girt, ji bo birêvebirina herêmê sazî hatin avakirin, li beramber wê gelek herêmên li bakurê Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatin dagirkirin û beşên din ên Sûriyeyê jî di bin kontrola pergaleke navendî ya zordest de ne.

Meclisê di daxuyaniyê de da zanîn ku heta niha ji aliyê hêzên navneteweyî yên têkildarî dosyaya Sûriyeyê ve, tu çareserî yan jî lihevkirinek çênebûye, Sûriye veguheriye qada tesfiyekirina hesab û şerên bi wekîlan.

Meclisê diyar kir ku bi hevkariya dost û şirîkên gelê Sûriyeyê, ji bo hêzên nîştimanî û tevgerên demokratîk ên Sûriyeyê ku bi çareserkirina aloziyê bi rêya diyalog û dan û standinê bawer dikin, bû sîwaneke nîştimanî.

Di dawiyê de meclisê bang li sûriyeyiyan kir ku xwedî li projeya nîştimanî ya demokratîk a li ser bingeha yekitiya Sûriyeyê, destûreke modern û pergaleke nenavendî derkevin.

(şx)