Dewleta Îranê nehişt malbata Jîna Emînî Xelata Sakharov wergire

Hêzên dewleta Îranê rê neda malbata Jîna Emînî biçe Fransayê da ku beşdarî şahiya pêşkêşkirina Xelata Sakharov bibe ku dane Jîna Emînî.

Dewleta Îranê nehişt malbata Jîna Emînî Xelata Sakharov wergire
9 kanûn 2023   14:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Îran International daxuyand ku dema Amced Emînî, Mozkan Fexarî û Aşkan Xemînî çûn Balafirgeha Tehranê da ku biçin Fransayê, hatin agahdarkirin ku qedexe ye ew ji welat derkevin.

Malbata Jîna Emînî, ji bo beşdariya şahiya li Fransayê ku Xelata Sakharov a Azadiya Ramanê dane Jîna Emînî wergirin, lê desthilatdarên Îranê rê neda wan ku biçin.

Parlamentoya Ewropayê di 7′ê Cotmehê de ragihandibp ku Xelata Sakharov dane Jîna Emînî û tevgera ′Jin, Jiyan, Azadî′.

Jîna Emînî di nîvê Îlona 2022′yan de bi hinceta desmal nedaye serê xwe, bi destê polîsên Îranê hatibû qetilkirin. Ji ber wê bi pêşengiya jinan û dirûşma ′Jin, Jiyan, Azadî xwepêşandanên girseyî hatibûn lidarxistin.

Salane Xelata Sakharov didin kesayet, rêxistin û komên li dijî zor û zilmê disekinin.

(fr)