Şaredariya Şedadê civîna xwe ya salê li dar xist

Şaredariya Gel a navçeya Şedadê civîna xwe ya salê li dar xist û plansaziya sala nû danî.

Şaredariya Şedadê civîna xwe ya salê li dar xist
Şaredariya Şedadê civîna xwe ya salê li dar xist
Şaredariya Şedadê civîna xwe ya salê li dar xist
Şaredariya Şedadê civîna xwe ya salê li dar xist
Şaredariya Şedadê civîna xwe ya salê li dar xist
Şaredariya Şedadê civîna xwe ya salê li dar xist
9 kanûn 2023   16:30
HESKÊ

Civîn li hola Şaredariyê bi amadebûna bi dehan endamên şaredariyan û rêveberiyên sivîl ên navçeyê pêk hat.

Endamê Nivîsgeha Rêveber a Şaredariya Şedadê Xidir El Xeyrî rapora salane ya xebatên sala 2023′yan ên şaredariyê xwend. Di raporê de xebatên ku hatine kirin hatin diyarkirin

Civîn bi pêşniyaran beşdaran bi dawî bû ku wekî plansaziya sala bê hate diyarkirin. Ji pêşniyarên hatine kirin; bi lêçûna 59 hezar û 600 dolarî şebeyeke avê were avakirin, rêya Nema Şedadê bi dirêjiya 2 hezar mîtreyî û bi lêçûna 16 hezar û 788 dolarî, her wiha rêya gundê Elûs û navçeya Şedadê bi dirêjahiya 2 hezar mîtreyê û lêçûna 16 hezar û 788 dolarî were sererastkirin. Ji pêşniyarên din sererastkirina rêya Reşîdiyê ya başûr bi dirêjahiya  hezar mîtreyê û lêçûna 6 hezar û 630 dolarî.

(bb)

ANHA