MSD: Li şûna bikaranîna çekan diyalogê bidin pêş 

MSD’ê bang li hemû aliyên li Siwêdayê û li seranserê Sûriyeyê kir ku arîşe û rageşiyê kêm bikin û li şûna bikaranîna çekan, diyalogeke avaker bidin pêş.

MSD: Li şûna bikaranîna çekan diyalogê bidin pêş 
14 tîrmeh, 2025   15:51

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) têkildarî bûyerên dawîn ên li Siwêdayê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Meclisa Sûriyeya Demokratîk bi fikar û baldarî pêşketinên bilez ên li parêzgeha Siwêdayê dişopîne, ku xetereyên cidî li ser aştiya sivîl û tevna neteweyî nîşan didin, û birîneke nû li laşê Sûriyeyê zêde dikin".

MSD`ê di daxuyaniya xwe de helwesta hêzên hikumeta veguhêz şermezar kir: "Di vê derbarê de, em beşdariya endamên dezgehên hikumeta Sûriyeyê di gurkirina vê pevçûna navxweyî de şermezar dikin. Em vê yekê wekî kiryarek xeternak dibînin, ev kiryar ne gorî prensîb û erkên hikumeteke berpirsyar e. Erkê hikumetê parastina welatiyan û misogerkirina ewlehî û aramiya wan e, ne tevlîbûna pevçûnên ku parçebûnê zêde dikin e. Her destwerdana hikumetê ku tundiyê gur dike an jî dibe sedema kûrkirina parçebûnên civakî binpêkirinek eşkere ya berpirsiyariya dewletê ya li hember gelê xwe ye û welêt dixe nav kaosek din".

DER BARÊ GOTARA NEFRETÊ DE HIŞYARÎ

Di daxuyaniya MSD`ê de her wiha hat gotin: "Em her wiha der barê gotara mezhebî û gotara nefretê ya ku bi van bûyeran re zêde bûye, hişyarî didin. Em tekez dikin ku divê em ji vê gotara xeter dûr bikevin, ku demek dirêj bûye sedema  pevçûnan li Sûriyeyê. Yekîtîya gelê Sûriyeyê li ser sorkirina mezhebî nayê avakirin, lê li ser bingehên welatîbûn û wekheviyê û rêzgirtina hevbeş tê avakirin. "

BANGA XWERAGIRÎ Û KÊMKIRINA RAGEŞIYÊ

MSD`ê  bang li hemû alîyaên li Siwêdayê û li seranserê Sûriyeyê kir "tavilê rewşê aram bikin, xweragir bin û li şûna bikaranîna çekan diyaloga avaker bidin pêş.”

(k)