Parêzer: Divê dewleta Tirk jî gavên cidî biavêje

Parêzeran banga Rêber Abdullah Ocalan a çekdanînê wek gaveke dîrokî ber bi pêkanîna aştiyeke mayînde ve nirxand û bang li dewleta Tirk kir ku gavên cidî biavêje.

Parêzer: Divê dewleta Tirk jî gavên cidî biavêje
14 tîrmeh, 2025   15:53
QAMIŞLO

Yekitiya Parêzeran a Kantona Cizîrê der barê "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" ya ku Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata îsal de kiribû, her wiha banga wî ya dawîn a 9’ê Tîrmehê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Dîwana Edaleta Civakî ya bajarê Qamişloyê bi amadebûna endamên yekitiyê hate xwendin.

Endamê Yekitiya Parêzeran-Şaxê Qamişlo parêzer Basil Ebdî daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat bi bîrxistin ku gerîlayên azadiyê di çarçoveya Banga Aştî û Civaka Demokratîk de çekên xwe şewitandin û hate gotin: "Em vê gava wêrek a gerîlayên azadiya Kurdistan teqdîr dikin. Şewitandina çekan ku ji daxwaza wan a bidawîanîna şer û destpêkirina têkoşîna siyasî û sivîl a di çaçroveya qanûnî de tê kirin. Di heman demê de ev pêngav hewldanên daîmî yên gelê Kurd ên pêkanîna aştî û adaletê nîşan dide.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çek ji ber zilm û inkara destûrî ya li mafên Kurdan hatibûn rakirin û wiha hat domandin: "Şewitandina çekan a ji aliyê gerîlayên azadî (11 Tîrmeh) helwesteke serferazî ye ku armanca wan a bidawîkirina tundiyê û hewldanên ber bi aştiyê ve piştrast dike."

Di daxuyaniyê de bang li dewleta Tirk hat kirin ku gavên destûrî û qanûnî yên diyarker biavêje û wiha hat domandin: "Divê girtiyên siyasî werin berdan, divê di destûrê de nasnameya kurdan were naskirin, divê jiyana siyasî,ya adilane were mîsogerkirin ku qanûnên ku tevgerên siyasî yên kurdî krîmînalîze dikin werin guhertin."

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ev pêvajo ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde derfeteke dîrokî ye. Divê mafên kurdan û îradeya gelan a azadî û aştiyê nas bike."

(bb)

ANHA