MSD: Komkujiya Kobanê bêyî hesabxwestin derbas nabe

MSD’ê komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî malbateke li gundewarê bajarê Kobanê kiriye şermezar kir û got ev sûc bêyî hesabxwestinê derbas nabe.

MSD: Komkujiya Kobanê bêyî hesabxwestin derbas nabe
17 adar, 2025   21:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyeke nivîskî komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî malbateke li gundewarê bajarê Kobanê kiriye, şermezar kir.

MSD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev êrişa ku di encamê de sivîlên di malên xwe de jiyana xwe ji dest daye, berdewama siyasetên dijminane yên dewleta Tirk e ku armanca têkbirina ewlehî û derbekirina bingehên jiyana hevbeş e. Hedefgirtina bi vê hovîtiyê sûcekî şer e û xemsariya Enqereyê bi rawabûna navneteweyî nîşan dide.

Di daxuyaniya xwe de MSD’ê bang li hikumeta veguhêz a Şamê kir ku helwestên cidî û zelal li hember van binpêkirinan nîşan bide, her wiha bang li Koalîsyona Navneteweyî û hêzên aktîv kir ku van êrişan rawestînin.

Her wiha MSD’ê bang li hêzên niştîmanî yên Sûriyeyê kir ku li hember van êrişan helwestên xwe bikin yek.

Di dawiyê de MSD’ê wiha got: "Ev sûc bêyî hesabxwestinê derbas nabe. Em diyar dikin ku têkoşîna gelê me dewam dike û dem hatiye ku civata navneteweyî sînorekê ji van binpêkirinan re deyne û qonaxeke ku mafên Sûriyeyiyan û ewlehiya wan misoger dike ava bike."

(fr)