Tevî astengiyan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destekê dide peravê

Hêzên desthilata Şamê, ji bo derbasbûna alîkariyên mirovî ber bi perava Sûriyeyê ve, şert danî pêş şandeya bi karwanê re ku divê logoya Heyva Sor a Kurd rabe.

17 adar, 2025   21:13
TEBQA

Bi gaveke ku hevgirtina mirovî nîşan dide, vê êvarê karwana alîkariyan ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi perava Sûriyeyê ve kete rê. Ew alîkarî ji hêla Heyva Sor a Kurd û însiyatîfa gel ve hatin pêşkêşkirin.

Karwana ku ji 20 kamyonan pêk tê, tê de madeyên xwarin û alîkariyên ên bingehîn hene; mîna ard, birinc, savar, qutî, her wiha pêdiviyên awarte yên dîtir.

Ji rêveberên Rêxistina Heyva Sor a Kurd û yek ji endamên şandeya bi karwanê re Laleş Şêxo got: "Ev alîkarî, di demekê de ku perava Sûriyeyê bûye herêma karesatê û pêdiviya xelkê ya pêwîst bi desteka madî û manewî heye, pêk tê."

Şêxo wiha domand: "Em di Heyva Sor a Kurd de û bi tevkariya însiyatîfên gel û Rêxistinên Civaka Sivîl hewl didin alîkariyan pêşkêşî xelkê xwe yên li perava Sûriyeyê bikin. Ev karwana yekemîn e û wê dûre karwanên din jî bên rêkirin."

Şêxo destnîşan kir ku şandeya bi Heyva Sor a Kurd re wê heta radestkirina alîkariyan ji aliyên têkildar ên li bajarê Laziqiyê re pê re be û ew ê alîkariyê li mexdûran belav bike.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tu carî li hember pêşkêşkirina alîkariyên mirovî di demên krîz û zehmet de dudilî nabin, çi di dema karestên xwezayî mîna erdhej an jî sûcên li dijî welatiyan de. Ev yek rihê hevgirtinê di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê de nîşan dide.

Li aliyekî din jî nûçegihana ajansa me diyar kir ku ji bo derbasbûna karwanê hêzên desthilata Şamê şert danîn ku divê logoya Heyva Sor ji ser kamyonan rabe. Li şûna logo navên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin danîn.

(fr)