Li perava Sûriyeyê kuştin û birçîbûn

SOHR’ê diyar kir ku di şer û komkujiyên li perava Sûriyeyê de 2 hezar û 89 kes hatin qetilkirin û rewşa jiyanî jî gelekî xerab e nexasim piştî qutbûna xwarin û pêdiviyên rojane yên malbatan. Hemwextî wê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê alîkariyên mirovî ji herêmê ber bi peravê ve şandin.

Li perava Sûriyeyê kuştin û birçîbûn
17 adar, 2025   22:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku ji 6’ê Adarê heta niha ve di encama pevçûn û şerê li perava Sûriyeyê de 2 hezar û 89 kes hatin qetilkirin.

SOHR’ê da zanîn ku ji 6’ê heta 17’ê Adarê ji hêzên ewlekariyê û wezareta berevaniyê yên desthilata Şamê 273 endam û ji çekdarên desthilata Şamê ya berê 259 kes, hatine kuştin, her wiha hezar û 557 sivîl jî hatin qetilkirin.

Piştî qutbûna xwarin û pêdiviyên rojane yên malbatan rewşa jiyanî ya şêniyan gelekî xerab bû.

Ji bo xwedîderketina li xelkê perava Sûriyeyê, Heyva Sor a Kurd û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê alîkariyên mirovî ber bi peravê ve şandin.

Di baregeha leşkerî ya Rûsyayê ya Himêmîm de jî bi hezaran welatiyên ku ji şer û kuştinê reviyane, hene.

Beriya saetekê jî karwana alîkariyên mirovî ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derket û ber bi peravê ve kete rê.

(mh/fr)