Moskov: Ukrayna bi 4 dronan êrişî kir
Moskovê ragihand ku yekîneyên wê yên parastina hewayî 4 dronên Ukraynayê rûxandin.

Şaredarê Moskovê Sergei Sobyanin vê sibehê ragihand ku yekîneyên parastina hewayî li paytextê 4 dronên Ukraynayê rûxandin.
Şaredarê Moskovê bi rêya Telegramê da zanîn ku li gorî agahiyên destpêkê, di ketina parçeyên dronên rûxandî de ti qurbanî an zirar çênebûne.
Ajansa Veguhestina Hewayî ya Federal a Rûsyayê (Rosaviatsiya) jî ragihand ku ji bo ewlehiya hewayî, geştên hewayî li balafirgeha Domodedovo, ku yek ji balafirgehên sereke yên ku xizmetê didin Moskowê, ji saet 02.38’ê ve li gorî dema herêmî têne rawestandin.
(bb)