Welatiyek Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hate binçavkirin

Rêxistina Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku Kurdek ji bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê rejîma Îranê ve hate binçavkirin.

Welatiyek Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hate binçavkirin
5 gulan, 2025   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rêxistina Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihandî, welatiyek din ê Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hate binçavkirin.

Komeleyê destnîşan kir ku Îbrahîm Merdanî yê ji Bokan a Rojhilatê Kurdistanê, bêyî fermana dadwer ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate binçavkirin û berbi cihek nediyar ve hate birin.

Gorî heman agahiyan Îbrahîm Merdanî ‘ji ber hejmarek mehvan bi cilûbergên ‘xakî’ beşdarî daweta keça wî bûne’ hatiye binçavkirin.

Hêjayî gotinêye ku di meha borî de li Rojhilatê Kurdistanê 11 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ji bo dadgehê hatin vexwendin û hejmarek ji wan hatin binçavkirin.