Pezeşkiyan li Tehranê Sûdanî pêşwazî kir

Serokwezîrê Iraqê Mûhammed Şiya Sûdanî ji bo serdaneke fermî çû Tehranê û ji aliyê Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ve hate pêşwazîkirin.

Pezeşkiyan li Tehranê Sûdanî pêşwazî kir
8 ÇILE, 2025   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Sûdanî yê ku serdanê Tehranê kir, ji aliyê Serokomar Mesûd Pezeşkiyan ve hate pêşwazî kirin.

Her du rêveber li paytext Tehranê civînek hevpar a çapameniyê lidar xistin. Serokwezîrê Iraqê anî ziman ku ev hevdîtîn ji bo peywendiya her du welatan were xurtkirin hatiye kirin û got, "Me bi Serokomarê Îranê re çend mijar nirxandin."

Serokomarê Îranê Pezeşkiyan jî got, "Me di derbarê guhertinên herêmê fikrên xwe anî ziman. Yekbûn û aramiya Sûriyeyê, ji herêmê derketina Îsraîlê ve pêkan e. Aramiya Sûriyeyê, mifteya aramiya herêmê ye. Em bang ji bo sînordanîna li destwerdanên derve ye yên ku xisarê didin berjewendiya Sûriyeyê."