Mizgîn Xelîl: 1’ê Mijdarê roja yekbûna neteweyî ye

Mizgîn Xelîl destnîşan kir ku xeyalên DAIŞ’ê û Erdogan li Kobanê têk çûn û 1’ê Mijdarê bingeha rihê neteweya demokratîk û hevgirtina gelan nîşan da.

Mizgîn Xelîl: 1’ê Mijdarê roja yekbûna neteweyî ye
Mizgîn Xelîl: 1’ê Mijdarê roja yekbûna neteweyî ye
Mizgîn Xelîl: 1’ê Mijdarê roja yekbûna neteweyî ye
Mizgîn Xelîl: 1’ê Mijdarê roja yekbûna neteweyî ye
1 mijdar, 2025   05:15
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

15’ê Îlona 2014′an, çeteyên DAIŞ′ê ji 3 aliyan ve êriş li dijî bajarê Kobanê dan destpêkirin. Êrişa ku bi hezaran çeteyên DAIŞ′ê tev lê bûbûn, wek êrişa herî mezin a DAIŞ′ê ya li Sûriye û Iraqê bû. Şervanên YPJ û YPG′ê li hemberî êrişan berxwedaneke bêhempa raber kir û derdora 300 mirov ji gundên Kobanê derxistin da ku nekevin nava pencên çeteyan.

Gelên cîhanê asta xetereya ku çeteyên DAIŞ′ê bajarê Kobanê kontrol bikin, fêm kir. Di vê çarçoveyê de li 93 welatên cîhanê mîna Arjantîn, Japonya, Efganistan, Misir, Fas û Tirkiyeyê û piraniya welatên Ewropayê, bi milyonan kes daketin qadan û bang li hikumetên welatên xwe kir ku tavilê bikevin nava tevgerê. Ji bo vê yekê jî 1′ê Mijdarê wek Roja Piştgiriya bi Berxwedana Kobanê ya Cîhanê re hate ragihandin.

Bi vê boneyê cîgira hevserokên Meclisa Rêveber a  Kantona Firatê Mizgîn Xelîl ji ANHA`yê re axivî.

’XEYALÊN ÇETEYAN DI KOBANÊ DE TÊK ÇÛN’

Mizgîn Xelîl berxwedana  Kobanê mîna berxwedana Stalîngradê pênase kir û ev li gotinên xwe zêde kir: “Dema çeteyên DAIŞ`ê bi hêsanî êrişî Mûsil, Şengal û Reqayê kir, xeyal dikirin ku dê bi hêsanî Kobanê jî kontrol bikin. Lê bi berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê, bi moral û fedakariyê ew xewn têk çûn. Lê gelê Kobanê bi jin, ciwan, kal û pîr li pişt şervanên xwe bû. Gel hem di dermankirina birîndaran de û hem jî bi çêkirina xwarinan ji şervanan re bû û bi vî rengî berxwedaneke bihêz hate meşandin."

Mizgînê da zanîn ku bi berxwedana şervan û bi hevgirtina gelan xewn û hêviyên DAIŞ`ê tên çûn û got: “DAIŞ`ê dixwest Kobanê dagir bike. Erdogan jî digot ‘Kobanê ha ket û ha dê bikeve’. Rêber Apo ji bo Kobanê banga serferberiyê kir. Li ser vê yekê ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê, pêşmergan, gerîla û ciwanên enternasyonalîst ref bi ref berê xwe dan Kobanê û beşdarî berxwedana efanwarî û dîrokî bûn. Bi fedakariyên gelê Kobanê û şervanên azadiyê û bi vê yekbûnê DAIŞ têk çû û navê Kobanê ket rûpelên dîroka berxwedan û rûmetê."

’EV ROJ ROJA YEKBÛNA NETEWEYA DEMOKRATÎK E’

Mizgîn Xelîl 1’ê Mijdarê Roja Piştgiriya Berxwedana Kobanê ya Cîhanê wek “roja yekbûna neteweyî” nirxand û wiha pê de çû: "1’ê Mijdarê bingeha rihê neteweya demokratîk û hevgirtina gelan nîşan da. Gel ji hemû aliyên Kurdistanê bi yek helwestî rabû û DAIŞ’ê şikand. Her ku diçe ev rih ji nû ve zindî dibe. Heta roja îro jî şervanên me bi şev û roj bi heman fedakariyê herêm biparêzin."

Cîgira hevserokên Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl di dawiya axaftina xwe de  got: "Divê em bi rihê hevgirtinê  destkeftiyên berxwedana Kobanê û destkeftinên şoreşê biparêzin. Em çi kesên ku cihê xwe di vî berxwedanê de girtibûn silav dikin.  Em ê şopdarên rêya şehîdan bin ta xeyalên ên azadî û hevgirtinê mîsoger bikin."

(bb)

ANHA