Di Cotmehê de 202 kes hatin kuştin

Di Cotmehê de li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de û herêmên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, 202 kes hatine kuştin.

Di Cotmehê de 202 kes hatin kuştin
Di Cotmehê de 202 kes hatin kuştin
Di Cotmehê de 202 kes hatin kuştin
Di Cotmehê de 202 kes hatin kuştin
Di Cotmehê de 202 kes hatin kuştin
Di Cotmehê de 202 kes hatin kuştin
Di Cotmehê de 202 kes hatin kuştin
Di Cotmehê de 202 kes hatin kuştin
Di Cotmehê de 202 kes hatin kuştin
1 mijdar, 2025   07:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de tevlihevî, sûcên kuştin û revandinê dewam dikin.

Di Cotmehê de li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de û herêmên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, 202 kes hatine kuştin. Di nava kuştiyan de 11 jin û 9 zarok hene. Hin kes di êrişên hêzên hikumeta veguhêz û çekdarên nenas de bi qetilkirina li meydanan hatine qetilkirin. Hin jî bi awayên biguman hatine kuştin. 6 zarok jî ji ber teqînan hatine kuştin, hin jin jî di malê de yan jî bi navê "takirina tolê" hatine qetilkirin.

Bûyerên kuştinan li Şam û gundewarên wê, Heleb, Dera, Hums, Idlib, Dêrazor, Siwêda, Laziqiyê rû dane.

Li Efrîn, Hema, Hums, Laziqiye, Siwêda û hin deverên din ên Sûriyeyê di Cotmehê de 17 kes hatine revandin. Aqûbeta hin revandiyan nayê zanîn.