Nûnera Yekitiya Mamosteyan bi nûnerên ITUC’ê re civiya

Nûnera Yekitiya Mamostayan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi nûnerên Yekitiya Sendîkayên Karkeran a Navneteweyî (ITUC) re hevdîtin pêk anî.

Nûnera Yekitiya Mamosteyan bi nûnerên ITUC’ê re civiya
18 hezîran, 2025   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnera Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nisrîn Reşik li paytexta Belçîkayê Brukselê, bi nûnerên Yekitiya Sendîkayên Karkeran a Navneteweyî (ITUC) re civiya.

Di hevdîtinê de behsa rewşa civaka sivîl a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin, her wiha rewşa xebata civaka sivîl li seranserî Sûriyeyê bi awayekî berfireh hate gotûbêjkirin.

Nûnerên ITUC’ê girîngiya hevkarî û piştgiriya rêxistinên civaka sivîl li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anî ziman. Her wiha diyar kirin rêxistinên civaka sivîl li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên herî birêxistinkirî û çalak in li Sûriyeyê.

Nûnera Yekitiya Mamosteyan Nisrîn Reşik zêdetirî mehekê ye li çend welatên Ewropayê li gel nûnerên sazî û rêxistinên civaka sivîl hevdîtinan pêk tîne.