MIT û çete plan dikin ku taxa Şêxmeqsûd hedef bigirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi ferman û plansaziya MIT'a dewleta Tirk a dagirker plan dikin ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê hedef bigirin.

MIT û çete plan dikin ku taxa Şêxmeqsûd hedef bigirin
13 sibat, 2025   22:58

Çavkaniyên taybet ji ajansa me re da zanîn ku bi fermana yekser a MÎTˋê serçetetên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Helebê civiyan. Serkêşiya civînê çeteyên "Firqeya Sultan Mihemed El Fatih" kir.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên "Firqeya Sultan Mihemed El Fatih" di civînê de destnîşan kiribû ku MITˋê dewleta Tirk a dagirker li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê plananên armanckirinê dike.

Di her du taxan de nêzî 500 hezar niştecih dijîn, ji wan koçberên Efrînê yên ku piştî dagirkirina kantona Efrîn û Şehbayê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi darê zorê koçber bûne, hene.

Li gorî agahiyan hatiye plankirin ku êriş li dijî rêbendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn were pêkanîn û tevlihevî di nav civakê de were çêkirin.

Çeteyên "Emşat" ku tê gotin ew girêdayî "Hêzên Ewlekariya Giştî" yên desthilata Şamê ne, di 4'ê vê Sibatê de nêzî 40 welatiyên Kurd li bajarê Helebê revandin, êşkence kirin û tiştên bi wan re dizîn û paştre ew berdan

(mh)

ANHA