Mîrasa Kurdî eleqeyeke têrker wernegirtiye

NY’yê Roja Pirrengiya Çandî ya Cîhanê pîroz kir, lê ruxmî ku mîrasa Kurdî beşek dewlemend û girîng a vê pirrengiya cîhanê ye, lê nebû xwedî girîngiya têrker, ji lew re pêkanîna edaleta çandî û diyaloga rastîn a di navbera gelan de asteng dike.

Mîrasa Kurdî eleqeyeke têrker wernegirtiye
20 gulan, 2025   16:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 21’ê Gulana her salê de Neteweyên Yekbûyî (NY) Roja Pirrengiya Çandî ya Cîhanê, ji bo diyalog û geşepêdanê pîroz dike. NY’ê di 2002’yan de bi birayara jimareya 57/249’an ev roj diyar kir. Armanca vê rojê xurtkirina fêmkirina pirrengiya çandî û girîngiya wê weke stûna pêkanîna aştî û geşepêdana mayînde, li cîhana ku globalî û destwerdanên çandî lez didin, e

Pirrengiya çandî dewlemendiya mirovî ya rasteqîn e, ku tê de pirreniya ziman, adat û kevneşopiyên gelên li derdora cîhanê cuda dikin, xuya dibe. Ev dewlemendî civakan di aliyê afirînerî û pisporiyan dewlemend dike, civakên li ser lihevkirin û rêzgirtinê ava bûne xurt dike. Pisporên geşepêdanê diyar dikin ku paratina pirrengiya çandî hêmaneke bingehîn di bihêzkirina hevgirtina civakî de ava dike, teşwîqa beşdar di biryardanê de çêdike, her wiha bi aktîvkirina tûrîsta çandî, huner û mîrasê aboriyê xurt dike.

Lê tevî pîrozkirina cîhanê bi vê rojê, lê hîna mîrasa hin gelan, di serî de gelê Kurd nebûye xwedî girîng û baldariyeke têrker. Mîrasa Kurdî tije çîrok, efsane û romanên ku nirxên mirovî yên payeberz ên weke wekhevî, edaleta civakî xurt dikin, e. Lê ev çanda dewlemend hîna di gelek siaysetên çandî yên niştîmanî û navneteweyî de paşguh e.

Kurdan li hember vê paşguhkirinê nerazîbûna xwe nîşan da û destnîşan kir ku nebûna naskirina rast a mirîsa wan ne tenê ji pêkanînên xwe yên çandî bi awayekî serbest mehrûm dibin, lê firsetên jiyana birûmet li xaka xwe asteng dikin, nikarin ziman û nasnameya xwe di mozaîka çandî ya pirreng de mîna gelên derdorê derbirînin.

Gelek kes aşkera dikin ku mîrata Kurdî û naskirina wê wekî pêkhateyeke yekgirtî ya pirrengiya çandî ya cîhanî ne tenê mijareke mafên mirovan e, lê di heman demê de ji bo pêşxistina diyaloga çandî ya aktîv û pêkanîna edaletê û geşepêdana mayînde pêwîstiyek e.

Divê derfet li pêş Kurdan were vekirin ku bi ziman û mîrasa xwe serbilind bin û wekî şirîkên wekhev di avakirina cîhanek aştî, bexişandin û pirrengiyê de werin dîtin.

(fr)