Washingtonê hişyariya hilweşîna nêzîk a desthilata Şamê da

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka hişyarî li ser rûxandina nêzîk a deshilata Şamê da û teqez kir ku eger piştgiriyeke lezgîn neyê dayîn wê di çend hefteyan de ne di çend mehan de hilweşe.

Washingtonê hişyariya hilweşîna nêzîk a desthilata Şamê da
20 gulan, 2025   20:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Mark Rubio hişyarî da, ku eger piştgirîya bilez ji desthilata Şamê ya niha re neyê pêşkêşkirin dibe ku di nav çend hefteyan de, ne çend mehan hilweşe û got, "Nirxandina me ji bo vê desthilatê zelal e, û digel zehmetiyên heyî de ew ji nuqteya hilweşînê nêz dibe. Ev jî nîşaneya parçebûna karesatê ya li welat e."

Rubio anî ziman ku ew dixwazin alîkariyê vê hikumetê bikin ku bi ser bikeve, ji ber ku wê altarnatîf şereke navxweyî ya giştî be û aloziyeke ku gefan li aramiya herêmê bi tevahî bixwe.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka da zanîn ku paşxaneyên hin kesayetên di desthilata Şamê de nehatine kontrolkirin û xwedî dîroka girêk in.

Girêdayî mijarê, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê rê da dîplomasên xwe yên li Tirkiyê, di nav de balyozê Amerîkayê, ku rasterast bi berpirsên xwecihî li Sûriyê re peywendiyê bikin, da ku pêwîstiyên xwe yên alîkariyê diyar bikin, û ev gav weke guhertina nêzîkatiya Washingtonê ji aloziya Sûriyê hatin nîşandan.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mark Rubio got ku ev biryar di çarçoveya hewlên rêveberiya Amerîkayê yên ji bo piştgiriya desthilata Şamê de pêk tên, ku dibe ku ew rûbirûyî gefên hilweşînê be. Rubio bal kişand ser wê yekê ku, ji ber balyozxaneya Amerîkayê li Sûriyeyê tune ye, wê nûneratiya dîplomasî ya Amerîkî wê bi awayekî demkî ji Tirkiyê ve kar bike.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mark Rubio diyar kir ku sedema derengxistina vekirina balyozxaneya wan li Sûriyeyê metirsiyên ewlehiyê ne.

(aq/fr)

ANHA