Geşedanên siyasî ji gel re hat şîrovekirin

Îlham Ehmed di civînê de ku PYD’ê li dar xistiye, rewşa siyasî û pêşketinên di dosyaya Sûriyeyê de ji şêniyan re şîrove kirin.

Geşedanên siyasî ji gel re hat şîrovekirin
20 gulan, 2025   16:12
HESEKÊ

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi armanca şîrovekirina rewşa siyasî û geşedanên girêdayî dosyaya Kurd civînek li bajarê Hesekê li dar xist. Ji tevahiya kantona Cizîrê zêdetirî 400 kesayetên siyasî, civakî û çandî beşdarî civînê bûn.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Îlham Ehmed civîn bi rê ve bir û geşedanên siyasî, diyalogên di navbera Rêveberiya Xweser û desthilata Şamê û nêzîkatiyên li hemberî projeya siyasî nirxandin.

Her wiha encamên banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan û encamnameya kongreya PKK’ê ya bidawîkirina têkoşîna çekdarî jî şîrove kirin.

Îlham Ehmed girîngiya yekitiya kurdî, pêşxistina tifaqa navxweyî li hemberî arîşeyan destnîşan kir. Her wiha îşaret bi vê yekê kir ku divê rola Kurdan di pêvajoya nû ya avakirina Sûriyeyê de xurt be.

(bb)

ANHA