Mînakeke dayika karker: Şînaz Derwîş

Şînaz Derwîş li hember şert û mercên koçberiyê li ber xwe da û ji bo peydakirina debara malbata xwe di dirûtinê de kar kir. Şînaz hevsengî di navbera kar û malbata xwe de çêkiriye.

Mînakeke dayika karker: Şînaz Derwîş
Mînakeke dayika karker: Şînaz Derwîş
Mînakeke dayika karker: Şînaz Derwîş
6 îlon 2024   06:40
ŞEHBA

Hilbijartina karekî bi dilê xwe û li gorî şiyanên xwe, rêya serkeftinê hêsantir dike. Şînaz Derwîş wisa ye ku ji biçûkahiya xwe ve ji dirûnê hez dike. Heta piştî zewacê dev ji karê xwe berneda, ji ber ku jê hez dike û bi dirûtina cil û bergên kurdî, girêdana bi çanda xwe ve rave dike. 

Şînaz, ji bajarokê Mîden Ekbez ê Efrînê ye. 4 keç û 4 lawên wê hene. Kurê wê şehîd Zinar Efrîn (Muslim Mihemed Gorcî) di pêvajoya duyemîna a Berxwedana Serdemê de li Merenazê 10`ê Adara 2021`an şehîd bûye. Şînaz ev 30 sal e dirûnê dike.

Wê hevsengî di navbera karê ku jê hez dike û malbata xwe de çêkiriye.

Her roj ji bo Şînazê çîrokeke têkoşînê ye. Wek dayik û karker, li hember zehmetiyan li ber xwe dide û îsbat dike ku li gorî berpirsyariyê ye û dikare erkên xwe bi cih bîne.

Piştî dagirkirina Efrînê sala 2018`an ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, bi malbata xwe re koçberî Şehbayê bû. Li koçberiyê dikaneke biçûk ava kir û dest bi dirûnê kir.

Şînaz Derwîş gelek modelan û cil û bergên kurdî yên ciwanan jî bi buhayên guncaw didirû. Şînazê têkildarî mijarê got: "Sibê berî zarok şiyar dibin ez ji xew radibim û didirûm. Bi qasî dikarim hewl didim hevsengiyê di navbera kar û malbata xwe de çêkim. Ji bo ku kesek dijberî karê min dernekeve. Ez hêvî dikim vegerim Efrînê lê piştî dagirkerî jê bê derxistin û li wir karê xwe temam bikim."

(şx)

ANHA