‘Li dijî êrişên dagirkeriyê neteweya demokratîk bersiv e’

Ebdurehman Fatimê bal kişand ser girîngiya projeya neteweya demokratîk û got bi berbelavkirina vê projeyê dê feraseta pergalên kevneperest ên serdest hilweşe û rê li ber serdema şaristaniya demokratîk vebe.

‘Li dijî êrişên dagirkeriyê neteweya demokratîk bersiv e’
6 îlon 2024   04:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Meclisa PYD’yê ya bajarê Til Birakê Ebdurehman Fatimê têkildarî projeya neteweya demokratîk, hevgirtina gelan û erkên ku di vê demê de ji siyasetmendar û rewşenbîran tên xwestin, ji ANHA’yê re axivî.

Fatimê bal kişand ser girîngiya birêxistinkirin û hevgirtina gel û got: "Ji bo lawazkirina pergalên kevneperest, pêwîstiya me bi birêxistinkirina gel û pêşxistina hêza gel heye. Ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigire li tevahiya cîhanê divê çanda neteweya demokratîk û hişmendiya civaka exlaqî û polîtîk bi xurtî werin belavkirin. Bi vê rêbazê em ê bikarin bersiva tevahî êrişan bidin û pergalên kevneperst ên serdest ên li cîhanê hilweşînin."

Fatimê bi domdarî got: "Îro em dibînin ku piraniya gelan ji xewê şiyar bûne û toza pergalên kevinperest a li ser xwe radikin. Gel bi welatê xwe ve girêdayî ye û alertnatîfan ji pergalên kevinperst diafirînin. Çalakiyên jinan û beşdariya wan a di tavahî qadên jiyanê de vê yekê aşkere dike. Siberoja gelan wê baştir be. Tecrîd wê mîsoge were şikandin û wê mirovahî derbasî serdemeke nû serdema şaristaniya demokratîk bibe."

Siyasetmendar Ebdurehman Fatimê îşaret bi pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê jî kir û wiha got: "Pêkanînên ku desthilata Tirk li girtîgeha Îmraliyê li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne, nîşan dide ku pergalên kevneperest ên serdest li pêşiya ramanên azad hildiweşin."

Fatimê li ser girîngiya projeya neteweya demokratîk diyar kir ku bi pêkanîna vê projeyê dê cîhan ji pergala modernîteya kapîtalîst rizgar bibe û ber bi modernîteya şaristaniya demokratîk ve biçe.

Ebdurehman Fatimê îşaret bi rola siyasetmedar û rewşenbîran kir û got: "Erka rewşenbîran ew e ku ramanên azad belav bike, balê bikişînin ser siyasetên qirkirina çandî û fîzîkî, dîroka sexte ya ku desthilatdaran nîvisandine derxînin holê û berê civakê bidin lêgerîna li çareseriyên pirsgirêkan, her wiha mejî û dilê civakê bidin avakirina civakeke azad, exlaq û polîtîk. Divê siyasetmedar û rewenbîr ji bo rakirina pergala zihniyeta kevinperest li ser civakê rola xwe bi cih bînin."

(bb)

ANHA