ʹHêzên mezin nikarin biryarên xwe li ser bidawîkirina şer ferz bikinʹ

Lêkolera têkiliyên navneteweyî destnîşan kir ku hêmana sereke ya ku dihêle şerê Îsraîl û Hemasê bibe şerekî "bêdawî" ew e ku rêxistin û saziyên navneteweyî nikarin biyarên xwe ji bo bidawîkirina şer de bidin ferzkirin û piştre derbasî pêvajoya dan û standina siyasî bin.

ʹHêzên mezin nikarin biryarên xwe li ser bidawîkirina şer ferz bikinʹ
ʹHêzên mezin nikarin biryarên xwe li ser bidawîkirina şer ferz bikinʹ
6 îlon 2024   05:10
NAVENDA NÛÇEYAN 
GÎVARA ŞÊX NÛR

Di çarçoveya bandorên şerê navbera Hemas û Îsraîlê de li Rojhilata Navîn şerekî mezin ê navneteweyî heye. Ji ber nebûna zexteke rasteqînî ji bo danîna sînorekê ji bi bidawîbûna şer, tu çareseriyên diyar nîn in.

Lêkolera têkiliyên navneteweyî û ewlekariya herêmî Dr. Îman Zehran diyar kir ku rewşa heyî li gorî tevgera artêşa Îsraîlê tê guhartin.

Îman Zehran diyar kir ku li kêlek operasyona Tofan El Eqsa ya ku komên hundirê Filistînê û destikên wan ên li herêmê kirin yek, lê dîsa jî Îsraîlê siyaseta erda şewitî da meşandin da ku demografiya Xezayê û Difa Xerbiye biguherîne. Îman got: "Ev jî dihêle çareserî û avakirina dewleta Filistînê ya serbixwe ya li gorî sînorên 1967'an ji holê rabe."

Der barê veguherîna vî şerî ber bi şerekî bêdawî de Îman Zehran wiha domand: "Hêmana sereke ya ku dihêle şer bibe şerekî bêdawî ew e ku rêxistin û saziyên navneteweyî nikarin biryarên xwe li ferz bikin ku şer bi dawî bikin û rewşê ber bi pêvajoyeke dan û standinê ya siyasî ve bibin. Li kêlek wê jî hevkariyeke Erebî-Erebî di dayîna biryarên tund ên bidawîkirina şer de lawaz e."

Hîn jî, hewldanên rawestandina şerê Îsraîl û Hemasê didomin, hemwextî wê alî hene li hemberî vî şerî bêçare mane. Girêdayî wê Îman Zehran diyar kir ku li gorî rastiya heyî, tu hêzên mezin ên ku bikarin şer rawestînin, nîn in.

Îman Zehran wiha domand: "Ji ber siyasetên hundirîn ên Netanyahu, nexasim di saziyên leşkerî û ewlekariyê de tu hêzên mezin nikarin şer bi dawî bikin. Netanyahu hewl dide aliyên rastgir razî bike û fikra serkeftina xwe bide rûniştandin û wê ji bo rewakirina operasyonên leşkerî û avakirina bingeha xwe ya gelêrî bi kar bîne."

Îman Zehran destnîşan kir ku Îsraîlê ji bo rawestandina şer, guh neda hêzên navneteweyî û zexta Amerîka û dewletên din, ev jî dihêle rewş aloztir bibe.

Girêdayî asoyên çareserkirina vî şerî, Îman Zehran diyar kir ku heta niha tu asoyên çareseriyê nehatine dîtin nexasim ku hemû dan û standin encamgir nabin, ew jî ji ber cudahiya berjewendiyên leşkerî û siyasî ye.

(mh)

ANHA