Mikurhatinên çeteyan: Dewleta Tirk destekê dide me

2 çeteyên girtî aşkera kir ku çeteyên DAIŞ`ê li Tirkiyeyê bi serbestî tev digerin û nexweşxaneyeke taybet ji bo dermankirina wan li wir heye. Çeteyan got dewleta Tirk destekê dide wan.

Mikurhatinên çeteyan: Dewleta Tirk destekê dide me
15 mijdar, 2024   07:10
NAVENDA NÛÇEYAN
RÊNAS REMO

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn 6`ê Mijdarê Operasyona Ewlehiya Domdar li kampa Holê û derdora wê ragihandibû. Di operasyona 7 rojan de 79 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin û gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin û tunel hatin rûxandin.

2 çeteyên ku li kampa Holê hatine girtin, detayên erkên xwe yên di nava rêxistinê de axivîn.

Bariq Fewaz Suhêl ji bajarê Enbar ê Iraqê ye, bi rêya apê xwe Suhêl El Ebid (Ebû Yehya) berpirsê Enbarê yê tevlêkirina nava DAIŞˈê, tev li DAIŞ`ê bûye. Bariq Suhêl di nava DAIŞˈê de wek nûçegihan dixebitî, li gelek herêmên Sûriye û Iraqê geriyaye.

Bariq diyar kir ku bi kefaleta apê xwe tev li DAIŞ`ê bûye û tu perwerdeyên leşkerî yan jî olî nedîne, lê tev li şerên li dijî artêşa Iraqê yên li Enbar û dora wê bûye.

Bariq di şerekî li herêma Ekaşat de ku bajarekî Iraqê ye, birîndar bûye. Piştî dermankirinê qebûl nekiriye ku careke din tev li DAIŞ`ê bibe, ji ber wê hatiye girtin.

Di dema girtinê de çeteyê bi navê Ebû Xatab El Îlamî ku bi navê "mîrê ragihandina DAIŞ`ê” tê naskirin, Bariq tev li ragihandinê dike. Dûre Bariq şerên çeteyan dişopîne û ji wan re propagandayê dike.

Çete Bariq got erka wî kişandina dîmenên şerên DAIŞ`ê, herî zêde kişandina dîmenên kuştiyan û propagandaya DAIŞ`ê bû.

Çete Bariq destnîşan kir ku piraniya amûrên ragihandinê bi rêya Tirkiyeyê werdigirtin û got: "Gelek amûrên nûjen mîna kamerayan, ji Tirkiyeyê digihaştin me."

RÊWÎTIYA BER BI SÛRIYEYÊ VE

Çete Bariq, piştî ku artêşa Iraqê ber bi herêmên di bin kontrola DAIŞ`ê yên li Enbar de bi pêş diket, ji Iraqê reviya Sûriyeyê û li bajarê Bû Kemalê bi cih dibe, dûre derbasî bajarê Sûsê dibe û heta demekê li wir dimîne.

Bi pêşketina QSD`ê ber bi herêmê ve û derbeyên hêzên Koalîsyona Navneteweyî re, bav, ap û zavayê çete Bariq ên di nava DAIŞ`ê de tên kuştin.

Piştî ku QSD ber bi Dêrazorê ve bi pêş dikeve, çete Bariq qaçaxçiyekî bi navê Ebû Yeqîn îqna dike ku biçin herêmên di bin kontrola QSD`ê de. Ebû Yeqîn qebûl dike. Ji ber wê çete Bariq tevî malbata xwe bi rê dikeve, lê Ebû Yeqîn rêyeke tijî mayîn nîşanî wî dide.

Di wê rêyê de mayinek bi çete Bariq de diteqe û di encamê de lingê wî tê qutkirin. QSD wî û malbata wî xilas dike û dibe nexweşxaneyê.

Piştî demekê çete Bariq li kampa Holê dimîne, lê karê xwe bi çeteyên DAIŞ`ê re didomîne û destek û amûran ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de werdigire. Di vî warî de got: "Tevahî amûr bi rêya Heleb, Ezaz, Girê Spî, Eyn Îsayê, ji Tirkiyeyê tên. Heta birîndarên DAIŞ`ê dibin nexweşxaneyên li Tirkiyeyê û tên dermankirin."

‘KESEK TIŞTEKÎ JI ÇETEYÊN LI TIRKIYEYÊ NAPIRSE’

Çete Bariq got çeteyê bi navê Ebû Farûq El Ensarî yê ji Iraqê, li Tirkiyeyê hate dermankirin û piştî 3 mehan vegeriya nava DAIŞ`ê. Her wiha destnîşan kir ku gelek çeteyên DAIŞ`ê li Tirkiyeyê ne û kesek ji wan re tiştekî nabêje. Bariq got wî bihîstiye li Tirkiyeyê nexweşxaneyeke taybet a birîndarên DAIŞ`ê heye.

Çete Hisên Henûş Xelef El Ibêdî yê ji navçeya El Baac a parêzgeha Mûsilê ya Iraqê jî di Operasyona Ewlehiya Domdar de hate girtin.

Çete El Ibêdî sala 2015`an tev li DAIŞ`ê bûye. Bi çeteyê bi navê Ebû Şêxa ku bi xwe "mîr"e û ji herêma Tilleferê ye, di belavkirina mehaneyên kuştî û dîlgirtiyên DAIŞ`ê de kar dike. Li gorî El Ibêdî, Ebû Şêxa mehaneyên çeteyan dianîn û belav dikirin.

Çete Hisên got piştî ku artêşa Iraqê ber bi El Baacê ve bi pêş dikeve, ji wir direvin û diçin herêma Deşîşe ya Hesekê. Li wir kurê wî yê bi navê Haris di şer de tê kuştin.

Çete Hisên karê xwe yê belavkirina mehaneyên çeteyan ên ku ji herêmên di bin dagirkirina dewleta Tirk de û Tirkiyeyê tên, didomîne.

Her du çeteyan destnîşan kir ku DAIŞ hewl dide xwe di nava kampa Holê û derveyî wê de bi rêxistin bike.

(şx/bb)

ANHA