Rûspiyên eşîran: Operasyona Ewlehiya Domdar pêwîstiyek bû

Rûspiyên êlên kantona Cizîrê got operasyonên ewlehiyê yên li dijî şaneyên DAIŞ`ê û hevkarên wan, geleki girîng in.

Rûspiyên eşîran: Operasyona Ewlehiya Domdar pêwîstiyek bû
15 mijdar, 2024   05:10
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) 6ˈê Mijdarê Operasyona Ewlehiya Domdar dabû destpêkirin. Di operasyonê de ku hefteyekê dewam kir, 79 çete hatin girtin, cenazeyê jinekê hate dîtin ku ji aliyê jinên "El Hesbê" ve hatiye kuştin, tunelên çeteyan hatin rûxandin û miqdareke çek hat desteserkirin. 

Nûnerê qebîleya El Igêdat ê bajarê Hesekê şêx Hisên El Ebrez têkildarî operasyonê got: "Operasyon di vî wextî de ku tevgera çeteyên DAIŞ`ê û êrişên wan ên terorîst zêde bûne, gelekî baş bû."

El Ebrez îşaret pê kir rojhilatê Hesekê heta bi sînorên Iraqê ve vekirî ye, lewre çete dikarin di wê erdnîgariyê de xwe veşêrin. El Ebrez da zanîn ku meşandina xebatên lêgerînê li wê herêmê û paqijkirina wê ji çeteyan pêwîstiyek bû.

El Ebrez diyar kir ku ji bo ku ewlehî li herêmê were mîsogerkirin û rê li ber aliyên dijber bê girtin hevkariya di navbera hêzên ewlehiyê û leşkerî û şêniyan de gelekî girîng e.

Rûspiyê qebîleya El Begare şêx Ebdullah Betran jî piştgirî da operasyonê û got, mîna van operasyonan ji bo tunekirina terorê û sepandina ewlehiyê li herêmê bingehîn û pêwîst in.

El Betran bal kişand ser girîngiya hevgirtina şêniyan bi hêzên parastinê re û got ji bo têkbirina terorê û komployên li dijî herêmê, hevgirtina pêkhateyên bi hêzên leşkerî re gelekî girîng e.

(şx/bb)

ANHA