‘Em ji bilî azadiya fîzîkî ya Rêbertî tu çareseriyeke din qebûl nakin’

Jinên ji Şedadê pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku ew ji bilî azadiya wî ya fîzîkî tiştekî din qebûl nakin.

‘Em ji bilî azadiya fîzîkî ya Rêbertî tu çareseriyeke din qebûl nakin’
15 mijdar, 2024   03:10
HESEKÊ
XIDIR FEYAD

Desthilata Tirk pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan didomîne. Li hember vê pergalê, gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazî ne.

Emîre El Seed a ji bajarê Şedadê pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah şermezar kir û diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan piştevanê azadiya gelan û mafên jinan e.

Emîre diyar kir ku armanca wan a sereke azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e û wiha domand: "Ev hevdîtinên parêzer an malbatê bes nabînim. Em jinên herêma başûr dê bi rêya meşan, daxuyaniyan û bi hemû rêbazan têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî bidomînin."

Fatme El Wadî jî pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Tevî vê pergalê jî lê Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê ji nifşan re kiriye minare. Felsefeya wî di zanîngehên cîhanê de tên xwendin. Heta azadiya wî ya fîzîkî bi dest nekeve, têkoşîna me raneweste."

Zehra El Ehmed jî wiha axivî: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadî û rûmeta gelan tê dikoşe. Mafên jinan parast û bi saya wî jin di qadên siyasî, leşkerî û aborî de, bûn beşeke çalak."

Zehra bang kir ku pergala îşkence û qirkirinê bi dawî bibe û got: "Em ji bilî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tu çareseriyeke din qebûl nakin."

(şx/bb)

ANHA