Mijarên sereke yên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih da rewşa li Derayê û kar û barên Lubnanê.

Mijarên sereke yên rojnameyên erebî
24 tebax 2024   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb El Londoniye nûçeyek bi sernavê "Piştî qedandina dema radestkirina çekan, komên çekdar di nava amadekariyan de ne" weşand. 

Rojnameyê diyar kir ku înê, dema ku serokê şaxa îstixbarata leşkerî ya hikumeta Şamê Lûey El Elî daye komên çekdar ên bajarê Mehce ji bo ku çekên xwe radest bikin, qediya. Şêniyên bajêr bi fikar in ku El Elî gefa ku li bajêr xwariye, bîne cih û bajar bike "Xezaya duyemîn".

Rojnameyê diyar kir ku metirsiyên cidî hene ku hikumeta Şamê êrişî Mehceyê bike û şer ber bi deverên din ên Derayê ve firehtir bibe, nemaze ku komên li gundewar û bajarokên parêzgehê hişyarî dan ku bê deng namînin.

Li gorî rojnameyê, êrişa li ser Mehceyê li dijî berjewendiya hikumeta Şamê ye, bi taybet ku li parêzgeha Siweydayê ya cîranê Derayê, rewş aloz e û diyar kir ku divê lêvegerek li rewşa ewlehiyê ya başûrê Sûriyeyê çêbe û sazûmaniya saziyên li wir, bi taybet komîteyên xwecih ên bûne çete ku hesab ji kesekî re nakin, ji nû ve çêke.

‘BINKEFTINA DAN Û STANDINÊN AGIRBESTA LI XEZAYÊ, ROJHILATA NAVÎN BI ŞER RE RÛ BI RÛ DIHÊLE’

Têkildarî kar û barên Xezayê rojnameya El Quds El Erebî nûçeyek parve kir. Di nûçeyê de rojnameyê cih da nirxandinên analîzvanên amerîkî ku di wê baweriyê de ne ku dan û standinên agirbestê li Xezayê û serbestberdana dîlgirtiyan, bi ser nakevin. Ev jî metirsiyan çêdike ku firehbûna aloziyê li Rojhilata Navîn nêzîk bûye.

Li gorî rojnameyê dan û standinên agirbestê nehişt Îran bersiva kuştina serokê nivîsgeha Hemasê Îsmaîl Heniye li Tehranê bide, li kêleka wê pirsgirêkên aborî yên hundirîn û hilbijartina serokekî nermtir ku dixwaze welêt ji derve bê qebûlkirin.

Rojnameyê da zanîn ku bi binkeftina dan û standinan re, dibe ku Îran pê bihese ku divê bersivê bide û êrişî Îsraîlê bike û dibe Hizbullaha Lubnanê ku hevkara Îranê ye, ji Lubnanê jî bersivê bide.

(şx)