Serçeteyê ‘Huras El Dîn’ ji aliyê CENTCOM’ê ve hat kuştin

Fermandariya Navendî ya DYA’yê (CENTCOM) ragihand ku serçeteyê koma ‘Huras El Dîn’ Ebû Ebdurehman Mekî kuştiye.

Serçeteyê ‘Huras El Dîn’ ji aliyê CENTCOM’ê ve hat kuştin
24 tebax 2024   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Serçeteyê koma "Huras El Dîn" ê bi navê Ebû Ebdurehman Mekî duh bi balafireke bêmirov hat kuştin. Hate zanîn ku serçete Mekî li ser rêya Ehsim-Bara ya li başûrê Idlibê ya di bin dagirkeriya artêşa Tirk de, hatiye kuştin.

Fermandariya Navendî ya DYA’yê (CENTCOM) der barê kuştina serçete Ebû Ebdurehman Mekî de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Mekî ji aliyê hêzên CENTCOM’ê ve hate kuştin û ev agahî hatin parvekirin: "Mekî endamekî meclisa şêwirî ya Huras El Dîn bû. Berpirsê çalakiyên terorî yên li Sûriyeyê bû. Koma Huras El Dîn ku baregeha wê li Sûriyeyê ye, girêdayî rêxistina El Qaîde ye. Bi pêkanîna êrişên li ser berjewendiyên DYA û hêzên rojava hêviyên El Qaîdeyê pêk tîne."

CENTCOM’ê diyar kir ku kuştina Mekî di çarçoveyê hedefkirina serçeteyên DAIŞ û El Qaîdeyê yên li herêmên di bin dagirkeriya Tirk de hat kirin.

Berpirsên DAIŞ’ê Ebû Bekir El Bexdadî, Ebû Îbrahîm El Qureşî û Ebû Hisên El Qureşî di operasyonên hevbeş ên Koalîsyona Navneteweyî û QSD’ê de li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî hatibûn kuştin.

(bb)