Mijarên sereke di rojnameyên erebî de

Dan û standina agirbestê ya di navbera Hemas û Îsraîlê de û hebûna Rûsyayê li Afrîkayê rojevên sereke yên rojnameyên erebî ne.

Mijarên sereke di rojnameyên erebî de
20 tebax, 2024   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Exbar a Lubnanê nûçeyek bi sernavê "Leşker tawîzên din dixwazin… Netanyahu-Blinken: dan û standinên keran" weşand. Di rojnameyê de hate diyarkirin ku gelek çavdêr û aliyên din hemfikir in ku şer di pêvajoyeke hesas de ye yan lihevkirin, pevguhertina dîlgirtiyan û aramiyeke hêdî û di dawiyê de şer raweste, yan jî şer hêdî hêdî berfirehtir û tundtir bibe.

Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku piştî hevdîtina Netanyahu wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken gotiye: "Netanyahu ji min re teqez kir ku Îsraîlê pêşniyar qebûl kiriye. Divê Hemas jî qebûl bike." Blinken aşkera kir ku dê biçe Misirê ji bo ku bi Ebdulfettah El Sîsî re bicive û dûre biçe Qeterê ji bo ku bi Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî re rûne.”

Di rojnameyê de behsa gelek raporên çapemeniyê yên Îsraîlê hate kirin ku serokên tîma dan û standinan diyar kiriye ku wan ji Netanyahu re di civînên girtî de destnîşan kiriye ku "bêyî tawîzan li eniya Philadelphiyê tu lihevkirin çênabe û dîlgirtî venagerin”.

AGIRBESTA LI XEZAYÊ: ENIYA PHILADELPHIYÊ LI PÊŞIYA DAN Û STANDINAN GIRÊKEKE NÛ YE

Rojnameya Şerq El Ewsat ku agahiyên xwe ji çavkaniyeke misirî wergirtine, diyar kir ku Qahîre ji hewldanên Îsraîlê yên girêkkirina dan û standinan aciz e, nemaze ku Îsraîl berovajî mijarên li ser hatine lihevkirin, mijara eniya Philadelphiyê dixe rojevê.

Rojnameyê ku cih da nirxandinên hin pisporan ku şertê nû yê serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ku ji Philadelphiyê venakişin, li pêşiya dan û standinan bûye girêkeke nû. Diyar kirin ku divê Amerîka roleke rastîn û cidî bilîze ji bo ku "şertên nepêkan ên Îsraîlê" yên hewldanên lihevkirinên asteng dikin, çareser bike.

‘TAKTÎKÊN RÛSYAYÊ LI AFRÎKAYÊ ZEÎFBÛNA PERGALÊN KU PARASTINA WAN DIKE ZÊDE KIR’

Rojnameya El Ereb El Londoniye jî bal kişand ser tevgerên Rûsyayê yên li Afrîkayê û diyar kir ku Rûsya derbeyên li Malî, Borkîna Faso û Nîjerê bi kar tîne ji bo ku hebûna xwe li peravê xurttir bike lê lêçûna taktîkên wê di têkoşîna li dijî terorê de, hem li ser wê hem li ser pergalên ku parastina wan dike, zêde ye.

Rojnameyê anî ziman ku "hikumetên zaîf, gendelî lê belav e, di destê wan de jêderên sînordar hene û rûbirûyî serhildanan e, derfet da Meclisa Leşkerî ku dest deyne ser desthilatê li Porkîna Faso, Malî û herî dawî li Nîjerê".

Rojnameyê da zanîn ku destwerdana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û binkeftina siyasetên wê yên li dijî terorê rê da ku komên mîna Cemat Nusrat El Îslam û Muslimîn, Tenzîm Dewle El Îslamiye-wîlayeta Peravê tevgerên xwe zêde bikin.

Rojnameyê rapora navenda lêkolînên stratejîk a Afrîkayê parve kir ku Rûsya propaganda û hemleya reşkirinê ya Rûsyayê li Afrîkayê yên li dijî DYA`yê derfet da ku hestên li dijî rojava zêdetir bibin.

Rojnameyê diyar kir ku Rûsya li beramber ku jêderên xwezayî yên girîng û stratejîk mîna zêr kontrol bike, parastinê ji pergalên leşkerî yên herêma peravê re peyda dike. Bi rêya wê Rûsya xwe ji cezayên rojavayî xilas dike û dikare şerê li Ukraynayê fînanse bike.

Li gorî rojnameyê hebûna Rûsya li herêmê tevliheviya li herêmê zêde dike û rê li pêşiya koçberên berê xwe didin Ewropayê vedike û fişarên li ser hikumetên li herêmên peravê û bakurê Afrîkayê zêde dike.

(şx)